https://ilkha.com/kurmanci/files/news/thumb/Di êrîşa roketavêjî de dîsa dikandar zirar dîtin

Li navçeya Cizîra Şirnexê êrîşa roketavêjî li erebeya polîsan hat kirin, di êrîşê de kargehên dikandaran zirar dît.

Duh êvarî li taxa Sûra Cizîrê êrîşa roketavêjî li erebeya polîsan hat kirin. Di êrîşa ku hat kirin de car din kargehên dikandaran zirar dît.

Dema ku bû sibe dikandarên Caddeya Nisêbînê hatin dikanên xwe da ku vebikin leqayî zirara ku li dikanên wan hatibû kirin dîtin. Ji ber zirara ku li dikanan hatiye kirin dikandaran bertek nîşan dan û destnîşan kirin ku berî vê heftîyekê jî dîsa êrîşek hatibû kirin û dîsa yê ku zirar dîtibûn dikandar bûn.

Di êrîşa ku duh şevê din hatibû kirin de 2 polîs birîndar bûbûn.(ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş