Hat ragihandin derheqê 171 akademîsyen û xebatkarên Zanîngeha Fatîhê ya ku berî niha hatibû girtin de de qerara binçavîyê hat dayîn, di encama operasyonên ku hatin kirin de tev de 55 kes hatin binçavkirin.

Stenbol wek navend li 29 bajêran di bergeha lêpirsîna ku hatibû destpêkirin de li dijî 171 akademîsyen û xebatkarên Zanîngeha Fatîhê ya ku berî niha di bergeha rewşa awarte de hatibû girtin de qerara binçavîyê hat dayîn. Di encama operasyonên ku hatin kirin de ji 171 kesan tev de 55 kes hatin binçavkirin û bo 116 kesên bersûc bên girtin jî xebat berdewam dikin.

Hat diyarkirin derheqê 171 kesan de ji teref serdozgerîyê ve ji ber ku bikarhênerê ByLockê  ne qerara binçavîyê hatiye dayîn.(ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş