Serokomar Erdogan derbarê daxuyanîyên piştgirîyê yên ku ji teref Serokomarê Fransayê bo YPGê hatibû dayîn de diyar kir “Karên ji hedê xwe der neke.”

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partîyê Recep Tayyîp Erdogan beşdarî civîna berfirehkirî ya bajêran a partîya xwe bû û di civînê de axavtinek kir.

 “Karên ji hedê xwe der neke”

Erdogan derbarê daxuyanîyên Serokomarê Fransa Macron “Em dikarin di navbera Tirkîye û HDSyê de bibin navbeynkar” de wiha axivî: “ Ev beyan ji hedê kesê ku vê gotinê gotiye der e. Kî wezîfeyeke wisa da te? Karên ji hedê xwe der neke. Pêdivîya me bi navbeynkaran  tune ye. Gelo ji kengî ve problemeke Tirkîyê ya bi rêxistinên teroran li ser masê rûniştinê heye? Hûn dikarin bi rêxistinên terorê rûnin, lê Tirkîye di warê micadeleya bi rêxistinên terorê de weke ku li Efrînê bûye dê bike.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş