Piştî gefxwarina Serokê Amerîka Trump hat îddîakirin artêşa Sûrîyê balafirgehan û baregahên leşkerî vala dike.

Ji teref Çavdêrxaneya Mafên Însanan a ku navenda wê Londra ye ve hat îddîakirin, piştî gefxwarina Serokê Amerîka Trump hat îddîakirin artêşa Sûrîyê balafirgehan û baregahên leşkerî vala dike.

Çavdêrxane destnîşan kir ji doh êvarî pê de leşkerên ku aîdî artêşa Sûrîyê ne ketine hişyarîyeke 72 seatane û mewzî û çeperên xwe bi hêz dike. Serokê rêxistinê  Ramî Evdirrehman destnîşan kir hişyarî  ji Suveydaya başûr hetanî bakûrê Helebê, xerba Behra Spî û Deyrezorê derbasdar e.

Serokê Amerîka Trump di tweeta ku doh avêtibû de destnîşan kiribû: Amade be Rûsya, mûşekên me tên.”(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş