Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn derbarê daxuyanîyên Serokê Amerîkayê Trump de diyar kir “Rewşa li dinyayê fikarê dide” û Serekşewirmendê Alî Hamaney Welayetî jî diyar kir “Ger êrîşek bê kirin em ê li ba Sûrîyê cî bigirin.”

Serokê Amerîkaya Emperyalîst Trupm destnîşan kir “Rûsya sonda lêxistina temamê mûşekên ku dê bên avêtin Sûrîyê dixwe. Amade be Rûsya, lewra ew ê mûşek bên, ew ê xweşik, nû û bi aqil bin.”

Ji teref Serokê Dewleta Rûsyayê  Putîn ve derbarê daxuyanîyên Serokê Amerîkayê Trump de hat diyarkirin “Rewşa li dinyayê fikarê dide. Her ku diçe qeyran mezintir dibe. Lê dîsa jî  biya min ew ê eqla selîm xalib were.”

Serekşewirmendê Alî Hamaney Alî Ekber Welayetî jî derbarê mijarê  de wiha diyar kir “Ger êrîşek bê kirin em ê li ba Sûrîyê cî bigirin.”

Her wisa ji terf Kremlînê ve derbarê mijarê de hat diyarkirin  Rûsya dê nebe parçeyeke dîplomasîya twîtterê.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş