Di Serokatîya Serokê Giştî yê HUDA PARê de Lijneya Şêwrê ya Giştî kom bûn û biryareke girîng stend.

Li gor agahîyên ji çavkanîyên partîyê hatin wergirtin piştî biryara hilbijartina pêşwext ya Serokomarî û ya Parlamenterîyê di 24ê Hezîrana 2018an hate girtin HUDA PAR biryara komcivîna derasayî girt û dest bi xebatên hilbijartinê kir.  

Di komcivîna Lijneya Şêwrê ya Giştî de biryara damezrandina teşkîlatê Rîze, Afyon, Ûşak û Balikesîrê hat girtin û ji bo hilbijartina Parlamenteran destpêkê namzedî û di mijarên îttîfakê de biryarên girîng hatin gitin. Rêveberîya partîyê xwest ku li temamê deverên hilbijartinê serlêdanên namzedîyê bi biryara venerîna navendan bên kirin. Piştî komcivînê ji bo hevdîtinên îttîfaqê Serokê Giştî Zekerîya Yapicioglû wek desthilatdar hat îlankirin.

Piştî Komcivîna Lijneya Şêwrê ya Giştî çav zîvirî ser hevdîtina dê bi Parîya Seadetê re bê kirin. (ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş