Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî îfade kir ku di encama êrîşên koalîsyona bi pêşîvanîya Emerîka yên li Raqqayê de bi sedan sivîl hatin qetilkirin û bi hezaran jî hatin birîndarkirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî derbarê êrîşên koalîsyona bi pêşîvanîya Emerîka ya li Raqqayê de daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîya hat belavkirin de cîh hat dayîn van agahîyan: “Ji bo êrîşên hêzên koalîsyonê yên li bakûrê Sûrîyeyê, li Raqqayê bê vekolînkirin divê lêpirsîneke bêalî bê destpêkirin û di warê sûcên herbê yên koalîsyonê de vekolîneke berfireh bê kirin.” Di raporê de hat îfadekirin ku di encama êrîşên yekîneyên Emerîka, Îngîltere û Frensa yên di navbera dîroka 6ê Hezîran û 12ê Cotmeha 2017an de bi deh hezaran kes bajar terk kirine.  

Rêxistina Efûyê ji van hedîse û bûyeran ji sedî 90 leşkerên Emerîka berpirsyar girt û îfade kir ku hêzên koalîsyonê bi êrîşên hewayî piştgirîya PKK/YPGê kirîye.

Hat îfadekirin ku di encama êrîşên koalîsyona bi pêşîvanîya Emerîka de bi sedan sivîl hatine qetilkirin û bi hezaran jî hatine birîndarkirin. Di raporê de hat îfadekirin ku di êrîşên dihatin rastkirin de li sivîlan dîqet nedihatin kirin, ji ber vê yekê îhtîmal heye ku li Raqqayê sûcên herbê hatibe kirin.

Rêxistina Efûyê îfade kir ku wan rapora xwe di  Sibata 2018an de bi 112 kesên ji êrîşan sax filitîne rû bi rû kirine û li Raqqayê wan 42 deverên lê êrîş hatîye rastkirin zîyaret kirine û bi vî awayî rapora xwe amade kirine. (ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş