https://ilkha.com/kurmanci/files/news/thumb/Li ser Rêya Hevrişîmê qeza:17 birîndar

Di qezaya ku li ser Rêya Hevrişîmê pêk hat de 17 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin li ser Rêya Hevrişîmê ya  di navbera Cizîra Şirnexê û Nisêbîna Mêrdînê ye mînîbûsa rêwîyan qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 17 kes birîndar bûn.

Qeza li ser 45emîn kîlometreya Rêya Hevrişîmê li nêzî gundê Çigira Hezexê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin mînîbûsa bi plaqeya 73 DL 898 a ku ji Cizîrê ber bi Diyarbekirê ve diçû ji ber ku ajovan hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qeza kir û qulibî.

Di qezayê de 17 kes birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş