FETOyê ku heta darbeya 15ê Tîrmehê kumpasan li gelek camîayan kir, mexdûrîyeta herî mezin bi darazê bi camîayên Îslamî da jiyandin.Van pêlan hakimên FETOyîst ji terorîstbûnê tên darizandin, lê hêj bi hezaran kes di girtîgehan de li benda edaletê ne.

FETOyê ku di nava salên divûrirêj de di nav dewletê de rêxistî bû û hema hema ji teref temamê îqtîdaran ve bi hincetên cûrbecûr hat destekkirin, hêz û derfata ewlehî, artêş û daraza ku lê bi cî bûbû heta dawîyê bi kar anî, dest bi ji holê rakirina wan rêxistin û camîayên ku ji xwe re wek raqîb didît kir.

Li herêmê PKKê bo ku bi hêz bibe raqîbên xwe û kesên ku mîna xwe nedifikirîn ji holê radikir, FETO jî bo ku bibe hêza tenê serî li rêya stratejîya  PKKê da û di serî de li erdnigarîya Kurdan û bi giştî jî li tevahîya Tirkîyê camîayên Îslamî ji xwe re kire hedef û bi ser wan de çû. FETO bi destê wan zilamên xwe yên ku di burokrasîya siwîl û leşkerî de bi cî kiribû, kes û sazîyên ku ji xwe re dikir hedef bi komplo û kompasan wek teror û terorîst nîşan da û binçav kir. Bi vê yekê jî nesekinî; îşkenceyên giran li wan kir û wan avêt girtîgehê. FETO ji bilî van rê û rêbazan serî li rê û rêbazên rêxistinên îllegal ên mîna JÎTEMê da û însanên bêsûc û bêguneh qetil kir.

Ew kumpasên ku ji teref FETO ve li camîayên Îslamî hatine kirin nayên dîtin

Piştî ku darbeya 15ê Tîrmehê ji teref xelkê ve hat têkbirin, ew kumpasên ku bi destên FETO hatin kirin di raya giştî de pir hat axavtin. Malbatên kesên ku ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin ji ÎLKHAyê re axivîn û destnîşan kirin, ew kumpas û komployên ku li hember camîayên Îslamî tên kirin li ber çavan nayên girtin û nayên dîtin. Malbat her wisa dibêjin;  Ew koma Kemalîst-Neteweperest a ku di dozên Ergenekon, Balyoz, Sarikiz, Ayiigi, Yakamoz, Eldîven û Casûsîya Leşkerîyê de dihatin darizandin di demeke kurt de hatin beratkirin û di ser de tazmînatên gelek zêde ji wan re hat dayîn. Lê belê ew  camîayên Îslamî yên ku mexdûrê heman rêxistinê ne nehatin dîtin û bêdelatî û neheqî berdewam kir.

FETO darbeya herî mezin li camîayên Îslamî xist

Gelek zêde camîayên Îslamî û STK digel ku fealîyetên legal  dikirin jî bi destê FETO bi hincetên neşênber, sûcdarkirinên bêesil û delîlên sexte doz li wan hatin vekirin û ev camîa û STK hatin mexdûrkirin. FETOyê ku bi şikleke wehşîyane û hovane di ser camîatên Îslamî de diçû; carinan Hîzbûllah, Hîzbûltahrîr, Harekata Îslamî, Afîd, Selam Tewhîd, Îsmaîlaxa, Tahşîye û carinan  jî sazîyên civakên siwîl ên mîna  Mustazaf-Der, Adıyaman Vahdet-Der, Elazığ İhya-Der û Adana Şura-Der ji xwe re kir hedef. 

Di nava pêvajoyê de FETO carcaran komeleyên ku qala wan hat kirin da girtin û carcaran jî bi hezaran kesî bi îddîaya ku têkilîya wan bi van komeleyan re hene binçav kir, îşkenceyan li wan kir û bi komplo û kumpasan wan avêt zindanan. Îro, ew polês, hakim û dozgerên ku deşîfre bûye ku aktorên van komplo û kumpasan in ji endamtîya rêxistina terorê tên darizandin û di girtîgehê de ne. Hinek ji van kesan ji ber sûca ku kirine ceza jî xwarin.

Medyaya FETO di aleyha camîayên Îslamî de operasyonan dan destpêkirin da ku li ber çavên însanan wek kesên nebaş û neqenc bên naskirin

FETOyê ku bi polês, hakim û dozgerên ku pê ve girêdayî bûn di ser camîayên Îslamî de diçû, ji alîyekî ve jî bi hêza medyayê xebatên bêîtîbarkirinê da destpêkirin.

Kes an jî rêxistinên ku dihatin hedefgirtin û dê li wan operasyon bê kirin, di medyaya rêxistinê de bi zanebûn dihatin pîskirin û bi agahîyên ku polêsan bi şikleke veşartî didan wan  weşanan dikirin. Hetta wan kesên ku dixwastin ji holê rabikin tevlî rêzefîlman dikirin. Bi vê rê û rêbazê FETO li ser rêya medyayê li hember kes û camîayên Îslamî operasyona îdrakê ya bêîtîbarkirinê da destpêkirin da ku ev kes û camîa li ber çavên însanan û raya giştî wek kesên nebaş bên naskirin.

Dema ku dewlet hewl dida xwe paqi j bike, FETO ji xwe re cî vekir û tê de bi cî bû

Ew rêxistinên di nav dewletê de dema ku berê xwe dan camîayên Îslamî yên ku qala wan hat kirin her tim pêşanî wan camîayên ku ji FETO re wek raqîb dihatin girtin hedef girtin.

Ji wan komplo û kumpasên herî girîng  ên ku berî vê çendîn salan hatin kirin yek jî ew teşebûsa paqijkirina cînayetên faîlî meçhûl bûn ku ew cînayetên ku ji teref FETO ve hatibûn kirin  tev hewl hat dayîn di bergeha lêpirsîna Hîzbûllah de bên paqijkirin û bên avêtin stûyê Cemaata Hîzbûllah. Rêvebirên dewletê yên heyamê, bi dozên Hîzbûllah hewl didan wan cînayet û bûyerên qirêj ên ku di bin de mane paqij bikin, ji alîyê din  ve jî FETOyê ku di nav dewletê de bi cî bûbû jî van dozan ji bo ku pêşîya xwe vebike bi kar anî.

Di 17ê Çileya 2000î de li Beykozê operasyonek hat lidarxistin û arşîva Hîzbûllah hat bidestixistin. Îşkenceyên gelekî zêde giran li zêdetirî 20 hezar însanên ku tên diyarkirin navên wan di vê arşîvê de hene hat kirin; lê belê ew arşîva ku bo cezayan wek delîl hatibû nîşandan tu car di dosyaya dozê de cî negirt. Di dosyayên dozê de bes agahîyên ku tê îddîakirin wek kaxizê ji bîlgîsayarê hatiye derxistin û parçeyeke arşîvê ye wek delîl hat nîşandan.

 Di bergeha dozên Hîzbûllah de îşkenceyên gelekî giran li bi hezaran însanî hatin kirin û zabitnameyên îfadeyê bi zorê bi wan dan îmzakirin û ev îfadeya nerast di dosyayên wan de wek îfadê hat nîşandan û cezaya hepsê ya muebbet ji kesên bêsûc re hat dayîn. Lê belê piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê lêpirsîn hatin destpêkirin û gelek zêde polêsên îşkenceker ên wê demê û gelek hakim û dozgerên ku îmzayên xwe avêtin bin van cezayên ku ji Mislimanan re hatibû dayîn, ji wezîfê hatin dûrxistin û hatin girtin ku ev yek erk û rola FETO ya di van dozên ku tê de Misliman hatin mexdûrkirin nîşan dide.

Ew kesên ku di Dozên Sereke yên Hîzbûllah de  dihatin darizandin çendîn caran  daxwaz kirin ku arşîva Hîzbûllah a ku hatiye bidestxistin bê anîn mehkemê…

Ew kesên ku di Dozên Sereke yên Hîzbûllah de  dihatin darizandin çendîn caran  daxwaz kirin ku arşîva Hîzbûllah a ku hatiye bidestxistin bê anîn mehkemê; lê belê ew arşîva ku dihat diyarkirin di emaneta edlî de ye di ewlehîyê bi xwe de jî tune ye ku ev yek dû re derket holê. Di encama lêpirsîna ku hat kirin de hat diyarkirin arşîva ku qala wê tê kirin ji teref FETO ve hatiye derxistin derveyî welêt.

Di arşîva Hîzbûllah a ku qala wê tê kirin de tê diyakirin; li herêmê û Tirkîyê pêwendî û têkilîyên nebaş û qirêj ên sazî û zilamên FETO ên bi CIA û MOSSAD re  hene.

Endamên STKyên Îslamî bi delîlên sexte  hatin cezakirin

Ji alîyekî FETOyê ku şexsan dikire hedefa xwe ji alîyê din ve jî wan komeleyên ku ji xwe re raqîb didît girt.

Piştî ku qanûn hatin başkirin û ji nû ve hatin verastkirin re piştî sala 2005an gelek komeleyên ku girêdayî Platforma Evîndarên Pêxember a ku bi fealîyetên ku dikir eleqeya xelkê dikişand li ser xwe hatin damezrandin ku FETO van komeleyan ji xwe re kire hedef û bi kumpas û komployan da girtin.

Ji ber ku navê hinek kesên ku di van komeleyan de endam an jî birêveber bûn di lêpirsîna Doza Hîzbûllah de derbas dibû ev yek ji teref FETO ve wek bingeha kumpas û komployan hat bikaranîn. Ew hakim û dozgerên FETO yên ku vê yekê ji delîlbûnê re têr dîtin; Di dozên mîna Mustazaf-Der, Vahdet-Der, Îhya-Der, Şura-Derê de, fealîyetên ku bi destûra rayedaran dihat lidarxistin wek hêmana sûcê qebûl krin û cezayên giran dan endam û îdarevanên van komaleyan.

Piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê gelek haikmû dozgerên FETO ji wezîfê hatin dûrxistin û gelek ji wan jî hatin girtin. Di netîceya dozên ku ji teref  wan hakim û dozgerên FETOyîst ên ji wezîfê hatin dûrxistin û hatin girtin de, derbarê STK û camîayên Îslamî de lêpirsîna “teror”ê hat vekirin û endamên wan jî bi muameleya “terorsît”bûnê hatin avêtin zindanan.

Ew kesên ku xwe ji tebeqaya serdest ên Tirkîyê dihesibînin û ji aktorên muhîm ên wesayeta leşkerîyê bûn, hema şevekê bi şiklekê ji girtîgehê hatin berdan; lê belê ev Mislimanên ku ji teref FETO ve bi komplo û kumpasan hatin girtin hêj di girtîgehê de tên girtin ku ev yek jî di ra ya giştî de dibe sedema bertek û reaksîyonan.

Ew kesên ku hatin mexdûrkirin û bi kumpas û komployan hatine girtin û zilm  û îşkenceyên cûrbecûr li wan hatine kirin û mexdûrîyeta wan hêj berdewam dike, li benda edaletê ne.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş