Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdoganê ku di Lûtkeya Xortanîyê ya Tirkîyê de axivî, derbarê nîqaşên ku li ser “sonda xwendekaran” tê kirin de diyar kir “Ez Tirk im, lê ne Tirkperest im.”

Li Stennbolê di Zanîngeha Yildiz Teknîkê Lûtkeya Xortanîyê ya Tirkîyê hat tertîpkirin. Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê ku beşdarî vê lûtkeyê bû, axavtinek kir. Erdogan di axavtina xwe ya ku kir de balan kişand li ser nîqaşên ku derbarê “sonda xwendekaran” de tên kirin û diyar kir ev nîqaş qerardarîya wan zêdetir dike.

“Ez Tirk im, lê ne Tirkperest im”

Erdogan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ê tu carî fersendê nedin pevçûna birayan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em ê fersendê nedin ku hinek kes cardin bi berjewendîyên xwe yên siyasî di navbera xortên vî welatî de pevçûna birayan bidin destpêkirin. Ew tiştên ku piştî qerara Daniştayê di medyaya civakî û hinek weşanên din de derketin, qerardarîya me zêdetir dike. Sonda me Marşa Îstîklalê ye.  Gelo ma ji Marşa Îstîklalê sondeke xweştir heye?  Ez Tirk im, lê ne Tirkperest im. Îslam nîjadperestîyê qebûl nake. Ev metîn, metna wan kesên ku dixwazin azana şerîf bi Tirkî bidin xwendin e. Ew provækatorên ku qaşo rojnamevan in, li televîzyonên dijminîya xwe aşkere dikin. Hinek kesên qaşo hiqûqnas in jî di ekranên televîzyonan de zilma ku ji ser azana şerîfê dihat kirin cardin tînin rojevê.”(ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş