Mehkûmên Yûsifî beşdarî tazîya bavê xwe yê ku berî vê du rojan ji ber nexweşîya xwe çûbû rehma Xwedê bûn.

Şêxmûs Ozerê 85 salî yê ku li Êlihê îqamet dikir ji ber nexweşîya xwe ev demeke dirêj bû ku tedawî didît. Ozerê ku ev demeke dirêj di beşa lênêrîna giran a Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê de dihat dermankirin berî vê du rojan ji ber nexweşîya xwe ya giran digel temamê midaxeleyan çû rehma Xwedê. Mehmet Xerîb Ozerê lawê Xalê Şêxmûsî û Mehmet Elî Çelîkê zavayê Xalê Şêxmûsî yên ku her du jî ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtîgehê de tên girtin beşdarî tazîyê bûn û tazîyeyan qebûl kirin.

Mehkûmên Yûsifî yên bi navê Mehmet Xerîb Ozer û Mehmet Elî Çelîk di çarçoveya ewlehîyên zêde de îro derdora seat 11.00an de hatin anîn Mala Şînê ya BATSOyê ya li Taxa Çandê ya Êlihê. Mehkûmên Yûsifî ji teref nas û hezkirîyên xwe ve hatin pêşîwazîkirin. Hat diyarkirin ew ê her du mehkûmên Yûsifî di wextên êvarî de bên birin girtîgehê.

Mehkûmê Yûsifî yê bi navê Mehmet Garîb Ozerê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî bi kumpas û komployên FETO hat girtin û ev 16 sal in di girtîgehê de tê girtin û mexdûrkirin.
Ji alîyekî ve kesên bêsûc û bêgubeh ên ku bes sûcên wan ji Îslamê re xizmetkirin bû û bi kumpas û komloyan hatin girtin hêj mexdûrîyeta wan berdewam dike û qet nayên dîtin û li hember zilm û zordarîya ku li wan tê kirin kesên rayedar xwe kerr û lal dikin û ji alîyê din ve jî bi sedan kesên ku di dozên mîna Ergenekon, Balyoz de dihatin darizandin di şevekê de hatin tahlîyekirin ku ev yek jî nîşan dide ku li Tirkîyê edalet û hiqûq tuneye û bes hiqûqa serdestan derbasdar e.(ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş