https://ilkha.com/kurmanci/files/news/thumb/ “Dadgeha Bilind bi vê qerarê Tirkîyê ceza kiriye”

Seîd Şahînê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê derbarê cezaya ku ji teref Dadgeha Bilind ve hat tesdqîkirin de diyar kir “Dadgeha Bilind bi vê qerarê Tirkîyê ceza kiriye.”

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Seîd Şahînê bi kumpasa FETO jê re ceza hat dayîn û cezaya wî ji teref Dadgeha Bilind ve hat tesdîqkirin diyar kir “Bi vê tesdîqkirinê yên ku hatine cezakirin ne em in; ê ku hatiye cezakirin Tirkîyeya ku em ji bo biratî û hizûra wê micadele didin e.”

Cezaya ku di doza kumpasê ya ku ji teref FETO ve hat tertîpkirin de ji Alîkarên Serokê Giştî yê HUDA PARê Seîd Şahîn û M. Bahattîn Temel û ji Rojnameger Fîkret Gultekîn re hat dayîn ji teref Dadgeha Bilind ve hat tesdîqkirin. Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Seîd Şahîn derbarê qerara sosret a ku ji teref Dadgeha Bilind ve hat tesdîqkirin de daxuyanî da û ji qerara sosret re bertek nîşan da.Şahîn di daxuyanîya ku ji ser medyaya civakî belav kir de destnîşan kir ev qerar cardin nîşan da ku li memleketê çavkanîya bingehîn a problema esil dewlet e.

Şahîn di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew digel hevalên xwe pêkve her tim “edalet, biratî û hizûr”ê parastinê û ew ê vê doza pîroz bidomînin.

Şahîn dû re wiha got: “Di sala 2011an de ji teref endamên daraz û ewlehîyê ya FETO ve derbarê me de dosyeyeke bêbinî û pêkenok hat amadekirin û di darizandina ku ji ser vê dosyê hat kirin de ji me re ceza hatibûn dayîn ku ev ceza ji teref Dadgeha Bilind ve hat tesdîqkirin. Ew “edalet”a ku li memleketê tune ye cardin zirar dît û bi vê tesdîqkirinê yên ku hatine cezakirin ne em in; ê ku hatiye cezakirin Tirkîyeya ku em ji bo biratî û hizûra wê micadele didin e.”

 “Di zilmê de israrkirina dewletê tê wateya jêkirina guliya binê pîyê xwe”

Şahîn di berdewama daxuyanîya xwe de balan kişand li ser kesên ku di nav dewletê de ne û edaletê naxwazin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ev qerar cardin nîşan da ku li memleketê çavkanîya bingehîn a problema esil dewlet e. Di nav dewletê de kesên ku edalet, hizûr û biratîyê naxwazin hene.  Ew kes terazîya darazê bi edaletê naxebitenin; bi hisabên îdeolojîk û siyasî yên çewt dixebitînin.Ji distûrên ‘Însan bijîne da ku dewlet bijî’, ‘Tiştê ku dewletê li ser pîyan digre edalet e’ tê fêmkirin dewlet ger însanan bide jiyandin û bi edaletê hukum bike dikare li ser pîyan bimîne ku dîrok ji vê yekê re şahid e. Di zilmê de israrkirina dewletê tê wateya jêkirina guliya binê pîyê xwe.”

“Em ê pêkve vê doza pîroz bidin domandin”

Şahîd di dawîya daxuyanîya xwe de diyar kir ew dê digel hevalên xwe vê doza pîroz bidomînin û dû re wiha dawî li daxuyanîya xwe anî: “Em ê pêkve vê doza pîroz bidin domandin. Lewra em bawer dikin, ev bedelên ku em daye zû an dereng li dinyayê dê bibe wesîleya tesîskirina edaletê û li axretê jî dê bibe wesîleya cennetê.”(ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş