https://ilkha.com/kurmanci/files/news/thumb/Ayetullah Hamaney: Paşvemayîtîya di zanistê de dibe sedema ziletê

Ayetullah Seyyîd Elî Hamanneyê Rêberê Şoreşa Îslamî yê Îranê destnîşan kir paşvemayîtîya di zanistê de dibe sedema ziletê ku divê sûreta bi tu awayî nesekine û leza xwe kêm neke.

Ji teref Ayetullah Seyyîd Elî Hamanneyê Rêberê Şoreşa Îslamî yê Îranê ve hat destnîşankirin paşvemayîtîya di zanistê de dibe sedema ziletê ku divê sûreta  bi tu awayî nesekine û leza xwe kêm neke.

Hamaney di hevdîtina ku bi rayedarên sazîyên zanistî re kir de destnîşan kir paşvemayîtîya di zanistên nû û teknolojîyê de dê bibe sedema zilletê. Hamaney di hevdîtinê de destnîşan kir ji ber vê yekê her tim qala pêşveçûna di warê zanistê de yê kirin ku divê însanên zanistê bi şev û roj ji bo pêşveçûnê de bixebitin.

Hamaney derbarê pêşveçûna zanistî ya Îranê ya di van 20 salên dawî de diyar kir ev pêşvaçûn divê bes û têr neyê hisabkirin û divê di warê zanistê de li paş nemînin û ji bo zanist pêşve biçe divê temamê jêhatîbûn û qabilîyeta xerbîyan bê bikaranîn û fêrkirin.(ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş