https://ilkha.com/kurmanci/files/news/thumb/“Kes ji bo xelkê Sûrîyê mudaxeleyî Sûrîyê nekir, tev ji bo menfaatên xwe xebitîn”

Endamê ENKS û PDK-Syê Parêzer Muslum Muhammed derbarê rewşa Sûrîyê de destnîşan kir “Kes ji bo xelkê Sûrîyê mudaxeleyî Sûrîyê nekir, tev ji bo menfaatên xwe xebitîn.”

Parêzer Muslum Muhammedê ku Endamê Konseya Neteweyî yê Kurd ê Sûrîyê û Endamê Partîya Demokrat a Kurdistana Sûrîyê derbarê şoreşa Sûrîyê ya ku di sala 2011an de dest pê kir û dewlet û komên ku mudaxeleyî Sûrîyê kirin û derbarê pêvajoya ku niha jî li Sûrîyê berdewam dike de ji ÎLKHAyê re daxuyanî da û nirxandinên balkêş kir.

Muhammed di daxuyanîya xwe ya ku da de  balan kişand li ser wan destên bîyanî yên ku bûn asteng şoreşa bi ser keve û derbarê PYD/YPGyê ku li Sûrîyê ji xwe pê ve hebûna tu kesî qebûl nedikir de destnîşan kir “PYD/YPG ofîsên me şewitandin, endamên me girtin û hinek ji wan jî kuştin. PYD ji xeynî fikra xwe tehemûlî tu fikr û rêxistineke din nake. PYD/YPG ofîsên me şewitand, endamên me girt û ew kuştin. Her wisa PYD di bin  navê leşkerîya mecbûrî de xortên Kurdan çekdar dikir. Ji ber vê yekê exlebeyê xortan mecbûr man ku warên xwe terk bikin.”

 “Amerîka YPGê ji bo berjewendîyên xwe bi kar anî”

Muhammed di berdewama axavtina xwe de diyar kir Amerîka PYD/YPGê ji bo berjewendî û menfeatên xwe bi kar anî û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Amerîkayê karê xwe bi YPGê da kirin.YPGê li hember DAIŞê bi kar anî.  Rêxistina DAIŞê gelek zirarên mezin da xelkê Sûrîyê. Di navbera Amerîka û YPGê de pêwendîyeke leşkerî heye. Em dikarin bibêjin Amerîka YPGê bi kar anî. Piştî ku ev yek derket holê Amerîka bi Serokê Dewletê Trump da gotin ku ew ê ji Sûrîyê vekişin. Piştî vê daxuyanîyê de herêmên Kurdan bi gelek zehmetîyên mezin re rûbirû man.”

 “Hemû kesên ku hatin Sûrîyê bo menfeatên xwe hatin”

Muhammed di berdewam axavtina xwe de diyar kir temamê dewletên ku hatin Sûrîyê bes ji bo berjewendîyên xwe hatin midaxeleyî Sûrîyê kirin. Muhammed dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Heta niha ne rejîm û ne jî dewletên derdorê qebûl ne kirin ku PYD tiştekî rast dike. Bes Amerîkayê PYDç ji bo menfaatên xwe bi kar anî.PYD di destpêkê de nêzî rejîmê bû. Lê Amerîka PYD ji bo berjewendîyên xwe bi kar anî.  Amerîka piştî ku gihaşt hedefên xwe wî bi tena serê xwe hişt. Niha tu kes li PYDê xwedî dernakeve. Li dinyayê hisabê kî bi kî re hebû tev hatin Sûrîyê û hisabê xwe li ser xelkê Sûrîyê dîtin. Yek ji wan jî menfeata xelkê Sûrîyê nefikirî. Rûsya, Îran, Hîzbûllah, Amerîka, Tirkîye û koalîsyona girêdayê Amerîka tev hatin Sûrîyê û hinek tiştan kirin. Temamê kesên ku hatin Sûrîyê ji bo menfeatên xelkê Sûrîyê nehatin. Hemû kes ji bo menfeatên xwe hatin Sûrîyê.”

Muhammed di dawîya axavtina xwe de diyar kir herêma Sûrîyê cardin li ser êgir e û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Amerîka dixwaze li cihên ku ew jê vedikeşe birêveberîyeke nû ava bike. Amerîka ew ê temamê derfetên xwe bikar bîne û ew ê li hember Îranê biraweste.”(ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş