Mislimanên Tirkistana Rojhilat ên ku ji ber zilm û zordarîya Çîna Komunîst hatine Tirkîyê destnîşan kirin ew ji malbatên xwe yên li wê derê nikarin xeberê bistînin û destnîşankirin “Her roja ku hûn bêdeng dimînin bi hezaran Misliman tên kuştin.”

Birêveberîya komunîst a Çînê ya ku Mislimanên Uygur di kampên berhevkirinê de kom dike û zilmên cûrbecûr li wan dike, Mislimanan di fabrîkayan de wek koleyan dide xebitandin.

Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî milyonek Mislimanên Uygur ên ku ji teref Partîya Komunîst a Çînê ve di kampan de tên girtin bi zorê û bi gefxwarinan  di fabrîkayan de tên xebitandin.

Ew kampên bi navê gulag ên ku di  heyama Yekîtîya Sovyetan de hatin damezrandin li Çînê bi navê laojîao hatin binavkirin. Di sala 2013an de di rê û rêgezên van kampan de verastkirin hatin kirin û li van kampan kesên Misliman bi doktrînên Komunîst û îşkenceyan tên asîmîlekirin.

Ev zilm û zordarî, wehş û hovîtîya ku ji teref Çînê Komunîst ve tên kirin hêj berdewam dike. Mislimanên ku ji ber zilm û zordarîya Çîna Komunîst revîyane û hatine li Tirkîyê bi cî bûne hewl didin ji malbatên xwe yên ku ji teref Çînê ve hatine girtin xeberê werbigrin.

Reyhan Ehmeda ku berî vê 12 salan di sala 2016an de ji ber zehmetîyên ku dikşand hat Tirkîyê derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî û bang li Serokomar û raya giştî kir da ku li wan xwedîtîyê bikin û ji zilma ku ji teref Çîna Komunîst ve tên kirin re bertek nîşan bidin.

Ehmed di daxuyanîya xwe ya ku da ÎLKHAyê de destnîşan kir berî ku ew were Tirkîyê ew bûyerên ku li welatê wan pêk dihatin baş fam nedikir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Exlebeyê zilman li malbat û nasên min dihat kirin. Em nizanibûn em Misliman in. Li mektebê dema ku em nîşan didan ji me re digotin ku ‘ewladên meymûnan.’ Dê û bavên min van tiştên ku diqewîm hindik be jî ji me re digotin; lê belê me tiştek fam nedikir. Dê û bavê min ji bo ku em Îslamê hîn bibin dixwastin me bişînin hinek memleketên din. Dema ku di sala 2016an de dest bi dayîna pasaportan kirin me jî ji xwe re pasaport stand. Lê belê birayê min ê 12 salî nikaribû bistîne, zehmetî derket. Ji ber vê yekê ez, kek û dêya min em hatin Tirkîyê. Bavê min jî ji bo pasaporta birayê min li wê derê ma. Piştî ku em hatin bavê min pêşî şandin kampê û dû re ew avêtin girtîgehê.”

 “Em nikarin ji bavê min, naskirîyên min û ji birayê min xeberê bistînin”

Ehmed di berdewama axavtina xwe de diyar kir qanûnên Çînê niha ji yên berê tundtir in û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku em hatin Tirkîyê qanûnên Çînê weke niha ne tund bûn. Piştî ku em hatin vê derê me nema ji bavê min xeber stand. Di demên ewil de hindik be jî me li ser înternetê bi birayê min re diaxivî. Birayê min ji min re digot ku ew ji xal û meta min qet xeberê nastînin û nizanin li kû derê ne. Ji ber ku meta min hîcab dida li serê xwe ew avêtine zindanê û zarokên wê jî şandine  xabgahê. Li wê derê wan wek Çînîyan perwerde dikin. Di hevdîtina me ya dawî de birayê min ji me re got ‘Hûn ne li ba min in, êdî ez naxwazim bijîm.Êdî min hêvîya xwe ji jiyanê birî.’ Wê demê diçû dibistana navîn.  Çînê wan kesên ku diçûn dibistana navîn û lîseyê û bê dê û bav in dibe kampan. Dû re me qet ji wan xeber nestand.  Em nizanin gelo dijîn an na. Dema ku bavê min hatibû girtin birayê min  çend caran ji bo dîtina wî çibû û ji wan lawayî kiribû da ku wî nîşanî wî bidin, lê nîşanî wî nedane û dû re winda bû. Niha em ji yekî ji wan nikarin xeberê bistînin.”

 “Misliman ji bextê wan re bernedin”

Ehmed diyar kir dema ku ew li Tirkistana Rojhilat bû Serokomar Erdogan Urumçî ziyaret kiriye  û bavê wê jê teleba hevdîtinê kiriye  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Berî ku em bên Tirkîyê Serokomar Erdogan hat Urumçîyê. Bavê min xwest pê re hevdîtinê bike. Lê jê re nebû nesîb. Bavê min digot ez naxwazim min xelas bike, ger ez karibin ez ê van tiştan jê re bibêjim: ‘Em ji we naxwazin ku hûn werin hawara me ve û bi Çînîyan re şer bikin. Em bes dixwazin wan Mislimanên ku di bin zilmê de tecawuzî namûsê wan tên kirin, bi Mislimantîya xwe nizanin, Resûlê xwe nas nakin û ji wan re tê gotin kesên ku ji tuxmê meymûnan hatine ji însafa wan Çînîyan re bernedin. Hûn bi xwe bi balafira werin me bikujin. Berî ku em ji îmana  xwe bibin werin me bikujin.’ Lê belê jê re nebû nesîp ku van tiştan bibêje.”

“Her roja ku hûn bêdeng dimînin bi hezaran Misliman tên kuştin”

Reyhan Ehmed di dawîya axavtina xwe de diyar kir 8 caran bi zorê kurtaj bi dîya wê dane kirin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ez ji Serokomar rica dikim, ji wê zilma ku li wê derê tê kirin re bêdeng nemînin Her roja ku hûn jê re bêdeng dimînin  bi hezaran Misliman dimirin. Her roja ku hûn bêdeng dimînin namûsa bi hezaran qîzên Misliman tê lewitandin. Bi hawara wan ve bigihijin. Hûn çawa dixwazin derkevin pêşberî Xwedê wisa bijîn. Ger hûn bi hinceta dabeşnekirina erdnigarîya Çînê ji van zilman re bêdeng dimînin wê demê hûn ê çawa hisabê bidin Xwedê? Ger ji we bê pirsîn dema ku Misliman dihatin kuştin çima dengê we derneket, hûn ê çi bersivê bidin. Ez bang li temamê Mislimanan dikim. Êdî bêdeng nemînin. Me ji bo Xwedê dev ji welatê xwe berda da ku em karibin dînê xwe bijîn.”

“Ji ber ku birayê min dersa Qur’ana Kerîm standibû ew xistin girtîgehê”

Adîle Abdurreşîd jî diyar kir “ Li welatê me hînbûna Qur’ana Kerîm qedexe bû. Ji bo ku em perwerdehîya Îslamî bistînin dê û bavê me em şandin Tirkîyê. Xwestin birayê min ê 7-8 salî bi min re bişînin; lê ji ber ku dersa Qur’anê standibû ew avêtin girtîgehê.”(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş