Bombeya Amerîka ya ku ji dewra Herba Cîhanê ya Duyemîn mabû li çema li Almanyayê hat îmhakirin.

Hat ragihandin bombeya Amerîka ya ku ji dewra Herba Cîhanê ya Duyemîn mabû li çema li Almanyayê hat îmhakirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di Çemê Maîna bajêra Frankfurta Almanyayê bombeyeke Amerîka ya ku ji dewra Herba Cîhanê ya Duyemîn mabû hat dîtin. Bombeya ku di çem de hat dîtin bi şikleke kontrol hat îmhakirin.

Tê diyarkirin dema ku bombe hat îmhakirin  600 kesên ku li nêzî çem dijîyan ji herêmê hatin tahlîyekirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin bombeya ku hat îmhakirin nêzî 250 kîlo bû û di dema îmhakirinê de ava çem çend metro bilind bû.

Sala borî jî li Almanyayê bombeyeke ku ji dewra Herba Cîhanê ya Yekemîn mabû hatibû îmhakirin û di dema îmhakirina bombê de 10 hezar kes ji herêmê  hatibûn tahlîyekirin.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş