HUDA PARê temsîlkarîya xwe ya ewil a li derveyî bakûrê Kurdistanê û Tirkîyê li Hewlêra paytexta Kurdistana Başûr vekir ku vekirina vê nûnertîyê rûyên qirêj û gemar ên wan pêkhatîyên ku xwe qaşo bi navê ‘Kurdî’ bi nav dikin derxist holê.

Ji ber zilm û zordarîya ku di dîrokê de li gelê Kurd hat kirin di hişên gelê Kurd de birînên kûr ma. Ev zilm û zordarîya ku hatiye kirin dîsa bû sedem ku xelk berê xwe bide wan pêkhatîyên ku bi îddîayên parastina mafên Kurdan derketine holê.

 Di pêvajoyê de ew pêkhatîyên ku bi îddîayên parastina maf û hiqûqê Kurdan derketin holê û li ser vê îddîayê mezin bûn, pêşve çûn û di nav gel de cî girtin ji dêla ku probleman çareser bikin, ji birînên Kurdan re bibin derman, li ser pişta Kurdan bûn birînên kûrtir û girantir. Ev pêkhatîyên ku di nav Kurdan de bûn sedema van musîbet û tiştên neyînî radibin bela xwe li HUDA PARa ku navenda hereketa wê Kurd û erdnigarîya Kurd e û hewl dide di bergeha têgihiştineke Îslamî de meseleyên heyî çareser bike didin.

Zikreşî û çavnebarîya wan pêkhatîyên “Kurdî” yên derbarê HUDA PARê de

HUDA PAR bi xêza ku xêz kir û bi helwesta xwe ya ku nîşan da hewl da problemên heyî çareser bike. Di vê bergehê de ew kesên ku bi îddîaya parastina mafên Kurdan derketine, navên “Kurdî” li xwe kirine û bi demê re bûne pêlîstokên hinek navendan, êrîşên herî tund  birin li ser HUDA PARa ku hewl dide problemên Kurdan çareser bike.  Ew pêkhatîyên ku qaşo “Kurdî” ne dema ku êrîş birin li ser HUDA PARa ku di navenda siyaseta wê de xelkê Kurd û erdnigarîya Kurd heye, serî li reşkirinan, îftîrayan, derewan û îddîayên bêesil dan.

Di vê xalê de ev pirs mûhîm in:

Armanca wan kesên ku ji xwe re dibêjin “Kurdî” gelo çareserkirina problemên Kurdan e, yan jî li ser problem û meseleyên ku hene xelkê Kurd xapandin e yan jî bi vî awayî wan li ser navê hinek hêzên tarî û nenas xebitandin û ji wan re fedakirin e?

Ew kesên ku dibêjin û îddîa dikin ew ji bo çareserkirina mexdûrîyeta xelkê Kurd dixebitin çima li ser xala hevpar a Kurdbûnê narawestin?

Ew kîn û nefreta li hember HUDA PARê ya wan pêkhatî û rêxistinên ku bi şikleke eşkere destekê didin siyonîzmê bi çi awayî dikare bê îzahkirin?

Ji gelê Kurd re bi salan ji bo çareserkirina meseleyan, di bin navê reçeteya rizgarîyê de îdeolojîyên xerbî hatin pêşkêşkirin û hêvîyeke nerast hat dayîn ku ev yek bi destên wan kesên ku ji xwe re dibêjin pêkhatîyên “Kurdî” hat kirin. Ev pêkhatî û rêxistin di her fersenda ku bi dest xistin de di bin navê “Parastina Maf û Hiqûqê Kurdan” de li ser pişta Kurdan siwar bûn, ew xapandin, ew dan kuştin û ew ji beg û axayên xwe re ji wan kesên ku ew ji wan re xulamtîyê dikin re dan fedakirin.

Ew kesên ku ji mêj ve Kurdan ji îdeolojîyên xerbî û batil re kirin qurban îro radibin derheqê HUDA PARê de gotinên derew û bêbîni dibêjin û hewl didin qedr û qiymeta wî di nezera xelkê de ji holê rabikin. HUDA PARa ku hewl dide di bergeha têgihiştineke Îslamî de problemên Kurdan çareser bike ji ber ku li Hewlêrê tesmîlkarî vekir ew pêkhatî û rêxistinên ku navê “Kurdî” li xwe dikin û ji ser vê yekê hewl didin xwe bi civakê bidin qebûlkirin êrîşî HUDA PARê kirin û cardin bêtehemûlîya xwe bi gotineke din zikreşî û çavnebarîya xwe ya li hember HUDA PARê nîşan dan.

HUDA PAR çi kiribû ku ew rêxistin û pêkhatîyên ku navên “Kurdî” li xwe dikin û ji Xerbîyan re xulamtîyê dikin, xwe ew qas bi tund li erdê dan û kirin ku dîn û har bibin?

HUDA PARê di asta Serokatîyê de  bi Serokê Berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtineke gelekî xweş û muspet kir û dû re li Hewlêrê temsîlkarîya xwe   vekir ku  piştî vekirina temsîlkarîyê bi dehan rayedar û nûnerên partîyên siyasî çûn serdana HUDA PARê.

Nexasim ew kesên ku di nav gel de xwe wek terefdarên Barzanî nîşan didin ji vê vekirina temsîlkarîyê ya ku bi erêbûna Mesûd Barzanî hat vekirin pir aciz bûn û vê acizbûna xwe bi her awayî nîşan dan. Ji alîyekî ve ew kesên ku ji xwe re dibêjin em terefdarên Barzanî ne û navên Kurdbûnê li xwe dikin kîn û nefreta xwe nîşan dan û rûyên xwe yên rastî derxistin holê û ji alîyê din ve jî ew rayedar û nûnerên partîyên siyasî yên li başûr bi dil û can çûn serdana nûnertîya HUDA PARê. Di vê bergehê de ev pirs tê eqlan; ew kesên ku navê Kurdîbûnê û terefdarbûna Barzanî li xwe dikin gelo ji ber çi ji vekirina nûnertîya HUDA PARê aciz bûn, çima ev yek bû sedem ku ew xwe li erdê bixin?

Di pêvajoya vekirina nûnertîya HUDA PARê de gelek tiştên xweş û balkêş jî qewimîn. Werin em tevde guh bidin çavdêrîya Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr.

Ew xebatên me yên ku di navenda wan de gotûbêj û biratî hebûn hatin teqdîrkirin

Heta 3 rojan ziyaretên serxêrêbûnê berdewam kirin. Wî wextî em jê re bûn şahid ku bizrên ku ji teref HUDA PARê ve hatibûn reşandin çawa şîn bûne.  Lewra di nav sînorên birêverîya herêmî de çi qas partîyên siyasî, sazîyên civaka sîwîl, rîspî, akademîsyen, çapemenî û îdarevanên mehelî hebin tev hatin serdana serxêrêbûnê. Ew welatên xerbî yên ku li ser erdnigarîya me hisabên ciddî dikin, nexasim ew mantiqa siyonîst  her tim dê cûdahîyên me ji bo derxistina pevçûn û nelihevkirinê ya di nav me de bi kar bînin. Em jî li dijî vê  yekê mecbûr in ku biratî, digelhevîyê hîn bibin û hev bi şiklê ku xwe li derdorê dide naskirin qebûl bikin.”

Walîyê Hewlêrê Nevzad Hadî, Alîkarê Serokê Giştî yê Hareketa Îslamî yê Kurdistanê Abdullah Wertî, Xalis, Salih û Goran ên ku Endamên Komîsyona Serokatîya Pêwendîyên Derve yên Yektîya Niştîmanê Kurdistan,  Qazim Bawerê Mesûlê Pêwendîyên Derve yê  Meclîsa Tirkmenan a Hareketa Tirkmenan a Xweser, Serheng Enwerê Endamê Meclîsa Tirkmenan,  Îbrahîm Xelîlê Alîkarê Serokê Giştî yê  Mesûlê Karên Siyasî yê Yekgirtoya Îslamî,  Şêxzad Mamayê Serokê Pêwendîyên bi Gel re yê Yekgirtoya Îslamî, Muhammedê Hawdîyanîyê wezîrê berê û  Alîkarê  Serokê Giştî yê Pêwendîyên bi Xelkê re yê Yekgirtoya Îslamî, Kemal Hamzayê Serokê Teşkîlata Hewlêrê yê Komela Îslamî,  Elî Huseyînê  Serokê Karên Derve yê Partiya Demokrat ê Kurdistanê û Nezar Botanîyê Alîkarê  Serokê Karên Derve,  Yunus Haşîmê Temsîlkarê Hewlerê yê Partîya Îslamî yê Iraqê û lijneya pê re,  Ustad Muhammedê Serokê  Giştî yê Komeleya Darul Beyanê û Yasîn Ehmedê Midûrê Giştî, Mamoste Îdrîsê Midûrê Giştî yê Muesseya Ronakî û Mamoste Nadirê Midûrê Karên Perwerdehîyê , Abdurrahman Abdulazîzê lawê Şêx Osmanê  Serokê Damezrîner ê Bizûtnawa Îslamî ji bo serxêrêbûnê hatin nûnertîya Hewlerê ya HUDA PARê û kêfxweşîyên xwe anîbûn zimên.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş