Li Srî Lankayê piştî ku li çend dêr û otelan bombe hat teqandin re vêcar êrîşên li hember camîyan dest pê kirin.

Hat ragihandin li Srî Lankayê piştî ku li çend dêr û otelan bombe hat teqandin re vêcar êrîşên li hember camîyan dest pê kirin. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Chîlawa bajêra li xerba welêt  êrîş li camî û dikanên Mislimanan hat kirin.

Roja yekşemê di encama nîqaşa ku ji ser Facebooka  medyaya civakî dest pê kir de li Chîlawa ku ekserîyeta wê Xiristîyan in komek êrîş bir li ser mizgeftan û li ser dikanên Mislimanên ku li wê derê dijîn.

Ji ber êrîşa ku hat  li dikanên Mislimanan û camîyan hatin kirin polêsan  çend kesan binçav kirin.

Berdevkê Artêşê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir, ji bo ku bûyer bên kontrolkirin li herêmê êvaran derketina derve hatiye qedexekirin.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş