Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Mîke Pompeo hevdîtin kirin.

Hat ragihandin Serokê Dewleta Rûsyayê  Vladîmîr Pûtîn û   Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Mîke Pompeo hevdîtin kirin.

Hevdîtin li Soçîyê bi beşdarbûna rayedarên Rûsî hat tertîpkirin.

Yurîy Uşakovê Şewirmendê Polîtîkaya Derve yê Kremlînê derbarê hevdîtina ku hat kirin de destnîşan kir, di hevdîtina ku hat kirin de mijarên Sûrîye, Efxanistan, Îran, Lîbya, Koreya Bakûr û Venezuela hatine nirxandin.”

Uşakov di daxuyanîya ku belav kir de derbarê Mûşekên S-400î yên ku dê bên firotin Tirkîyê de jî diyar kir, peyamana me derbasdar e û ji bo teslîmatê tu problem tune ye.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş