Partîya Cepheya Xebata Îslamî ya Urdunê destnîşan kir “Ew planên tasfîyekirina doza Filistînê dê bi ser nekevin.”

Ji teref Partîya Cepheya Xebata Îslamî ya Urdunê  ve hat destnîşankirin ew planên tasfîyekirina doza Filistînê dê bi ser nekevin û her wisa ew ê Filistîn û Quds tu car nebe mijara bazar û nîqaşê.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de bal hatin kişandin li ser pêvajoya piştî Peymana Osloyê û hat diyarkirin ew polîtîqaya ku têt şopandin û  ew asayîbûna welatên Ereban a li dijî plana siyonîst tev zirarê didin doza Filistînê.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin rizgarkirina Filistînê ji îşxalê bi berxwedanê mimkûn e.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş