Endamê GÎKê yê HUDA PARê Salîh Demîr di derbarê qetilkirina Cafer Gîzlî de daxuyanî da û diyar kir koma PKKyî bi plan û zanabûn êrîş pêk anîye û di cinayetê de îxmal û nemesûliyên cîddî hene”

Her weke ku tê zanîn betî vê du rojan li navçeya Sîlîfkeya Mêrsînê Cafer Gîzliyê ku xwendevanê pola 11emîn e  ji teref komek PKKyî ve  bi şikleke hovane hatibû şehîdkirin.Endamê GÎKê yê HUDA PARê Salîh Demîr di derbarê qetilkirina Cafer Gîzlî de daxuyanî da û diyar kir koma PKKyî bi plan û zanabûn êrîş pêk anîye û di cinayetê de îxmal û nemesûliyên  cîddî hene”

Salîh Demîr dîmen û vîdyoyên êrîşê yên ku temaşa kiribû anî ziman û di derbarê mijarê de wiha axivî: “Em ji kû derê li bûyerê binêrin em ê bibînin ku di cinayetê de îxmalkarî û nemesûliyên  cîddî hene.Heger îzahkirina dîmenan pêwîst be em dikarin bibêjin komek PKKyiyê ku ji Hekariyê hatiye heye.Ji roja ku hatine wê derê ji sloganên ku avêtine diyar dibe ku ev kom ji xwe rihet nasekine.”

 “Îxtîmala nîqaşê di holê de bû, çima berî vê mudaxele nehat kirin?”

Demîr di berdewama axavtina xwe de diyar kir hinek mamosteyên ku tê diyarkirin PKKyî ne provakasyon kirine ku divê ev îdia werin lêkolîn kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê bersiva vê pirse bê dayîn. A yekemin qala hinek mamosteyên PKKyî yên ku li ser serê xwendevanan in tê kirin.Divê gotinên mîna ‘Heval li Silopî, Sûr û Cizîrê mucadele dikin û hûn jî hatine vê derê bêhna xwe berdin?’ bên lêkolîn kirin . A duyemîn tê diyarkirin ev zarok ji Hekariyê hatine û zihniyet û fikra wan diyar e.Ev kom ji roja ku hatiye ve bi rihetî fikr û ramanên xwe eşkere dike. 5-6 kes digel  birayê me yê ku şehîd bû û di navbera vê komê de pêvajoyeke nîqaşê berdewam dike.Em dipirsin dema ku ev pêvajo pêk dihat kesên rayedar li kû bûn? Çima berî ku tiştin pêk werin mudaxele nehat kirin? Li vê derê îxtîmalên cîdî hene.”

 “Li rexekî komekî ku ji 10-15 kesan pêk tê li rexê din jî Huseyînek”

Demîr diyar kir wî dîmenên kamerayên kampusê temaşa kiriye û wiha ragihand: “Kesên îdarevan koma PKKyî birine ber qeraxa behrê, Huseyîn û 5 hevalên wî jî birine odeyekê û derî li ser wan de girtine.Ji xwendevanan re gotine’Hûn li vê derê bin, ji xwe hûn ê îro belav bibin, bila geşedanî pêk neyê.’Ev koma  Hekariyê yê çavsorî  li ber qerexa behrê plana xwe li gor xwe dikin .Bi qasî ku me ji kamerayan temaşa kir ev kom ji cihê xwe radibe û êrîşî odeya ku Cafer lê ye dikin.Piştî vê tiştek xuya nake.Di hundir de tiştek pêk tê nayê em nizanin.Lê belê me dît ku birayê me ji bo xwe biparêze cinaha yekî ji wan digire û hewl dide ku xwe muhafeze bike.Di encamê de birayê me şerbeta şehadetê vedixwe.”

Demîr di dawiya axavtina xwe de diyar kir divê ev bûyer were deşifrekirin û kesên rayedar pêwîst e ku derkevin di derbarê bûyerê de daxuyaniyê bidin.(ÎLKHA)

 

 

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş