Cemaeta Camiya Îzmît Fevzîye ji ber ku muezzînê camiye ji teref rojnameyeke mehelî ve bi xeberên ku çêkiribû hedef nîşandabû ji muezzîn re xwedî derket.

Cemaeta Camiya Îzmît Fevzîye ji ber  u muezzînê camiyê ji teref rojnameyeke mehelî ve bi xeberên ku çêkiribû hedef nîşadbû  ji muezzîn re xwedî derket û bi daxuyaniya çapemeniyê piştgirî da mela.Daxuyaniya çapemeniyê ji teref Diyanet-Sena Kocaelî û cemaeta camiyê ve hat lidarxistin.Daxuyanî ji teref Serokê Şaxa Diyanet –Sena Kocaeliyê Selamî Tarcan ve hat xwendin.

Bi daxuyaniya çapemeniyê ya ku hat kirin ve rojname û xeberên ku di derheqê melayê camiyê de hatine çêkirin hatin şermezarkirin.Bi vî awayî him cemaeta camiyê û him jî Diyanet-Sena Kocaeliyê li  melayê Camiya Îzmît Fevzîye Recep Dîkîlîtaş xwedî derketin.

Koma ku ji bona piştgiriyê li hev civiyabûn bi şikleke bêdeng belav bûn.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş