5emîn niştina Doza Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di bûyerên 6-7ê cotmehê de ji teref PKKyiyan ve bi şikleke wehşîyane hatibûn qetilkirin dest pê kir.

Her weke ku tê zanîn di bûyerên 6-7ê cotmeha 2014an de Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz ji teref PKKyiyan ve bi şikleke wehşîyane hatibûn qetilkirin ku darizandina 34 kesên bersûc ku 17ên wan girtî ne li 2yemîn Mehkemeya  Cezaya Giran a Enqerê dest pê kir.

Niştin di seta 10.00an dest pê kir. Gelek naskirîyên kesên mexdûr û her wiha parêzer, rayedarên partîyên siyasî, temsîlkarên STKyan û ji çar alîyên Tirkiyê gelek kes beşdarî niştinê bûn.Her wiha malbatên Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş, Hasan Gokgoz û bavê Yusuf Erê ku di bûyeran de hatibû birîndar kirin jî tevlî niştinê bûn.

Niştin ji ber ku bersûcek di niştina borî de gengeşî derxistibû doz ji temaşawanan re girtî tê dîtin.

Berîya ku niştin dest pê bike ji parêzerên dozê Şaban Dalgin di derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir û  ji ber ku niştin girtî tê kirin ji mehkemê re bertek nîşan da.

 “Di vî karî de tiştekî ku bê veşartin êdî nema”

Dalgin di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ê niştin girtî bê kirin dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev doz bi şikleke zêde têketiye rojeva Tirkiyeyê û xelk gelekî meraq dike ew ê di vê dozê çi bibe, lê niştin bi şikleke girtî tê kirin ku ev yek jî neheqî ye. Ew qerara ku di niştina borî de hatibû dayîn heqa hînbûna rewşa dozê ya xelkê xesp kiriye.Divê ev qerar bê betalkirin. Lewra di vî karî de tiştekî veşartî nemaye. Ev wehşet ji teref temamê Tirkiyê ve tê temaşakirin.Ji ber vê yekê divê ev qerara niştina girtî bê rakirin.Em vê hêvî dikin.”

“Bi şikleke girtî kirina niştinê ew ê bawerîya bi edaletê kêm bike”

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Erdal Elîbuyuk jî di derbarê mijarê de diyar kir dîtina girtî ya vê niştinê bawerîya xelkê dê bi edaletê qels bike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê kesên ku vê wehşetê dane pêkirin jî bên darizandin.Heger ev doz bi cezakirina çend kesan bê girtin ew ê di wîcdanên xelkê de ev doz kêm bimîne.Di esasê de divê kesên ku vê wehşetê dane pêkirin bên darizandin û ez difikirim bi vî awayî wicdana civatê dê bê rihetkirin.”(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş