21 sal berê li navenda Ewrûpayê Qetlîama Srebrenîtsayê ya ku ji teref Sirpan ve li Bosnayê hatibû kirin hêj jî wek nû xwe diparêze.

Di sala 21 emîn a Komkuja Srebrenîtsayê de 127 cinanazeyên Mislimanên Boşnak ên din ên ku nasnameyên wan hatine tespîtkirin dê werin definkirin.

Di gel derbasbûna 21 salên Qetlîama Srebrenîtsayê ya ku ji 8 hezar Mislimanên Boşnak zêdetir kes hatin qetilkirin hêj jî nayê jibîrkirin. Qetlîama ku piştî Cenga Cîhanê ya Duyemîn li Ewrûpayê wek qetlîama herî mezin tê hesibandin hêj jî dema ku tê hişê mirov hinava însanan dişewitîne.

Bi minasebeta Salvegera Qetlîamê dê merasîm ji bo 127 Mislimanên ku nasnameya wan hatiye diyarkirin were lidarxistin. Di bi van 127 cinazeyên ku dê li Goristana Anita Potoçarî de werin definkirin re jimara Mislimanên ku wê çaxê hatine qetilkirin bibe 6 hezar û 504 kes.

Di 11ê Tîrmeha 1995an de yekîneyên ku di bin emrê qetîlê Sirp Ratko Mladîcê de bûn Srebrenîtsaya ku di rojhilata Bosna Hersekê de bû îşqal kirin. Ev yek jî bû elamet ku dê ev qetlîam were kirin.

Li Srebrenîtsaya ku ji teref Neteweyiyên Yekbûyî (BM) ve wek herêma ewledar hatibû hesibandin piştî îşqalê bi hezaran Boşnak li leşkerên Hollandayî sitirîbûn. Dûvre wan kesên ku li leşkerên Hollandayê sitirîbûn teslîmê leşkerên Sirp dikin. Destûr hat dayîn ku pîrek û zarok biçin herêma ku di bin kontrola leşkerên Boşnak de bû. Lê zilam bi şiklekî wehşiyane hayin qetilkirin.

Di gel derbasbûna 21 salên Qetlîama Srebrenîtsayê hêj jî hinek xizmên qurbanan mêr, law, nav û birayên xwe nedîtine. Hêj cesedên nêzikê hezar û 100 kesan nehatiye dîtin.

Ev qetlîama ku di sala 1995an de li Srebrenîtsayê pêk hat ji teref Mehkemeya Cezaya Navneteweyî ya Yugoslavyayê (ICTY) ve wek komkuj hat hesibandin. Di dema herbê de Radovan Karadzîcê pêşengê siyasî yê Sirpên Bosnayî bû wek 40 sal wî mehkûmê hepsê kirin. ICTY, heta îro li Srebrenîtsayê ji ber sûcên ku hatine kirin 15 kesan bersûc dîtiye û wan avêtiye hepsê.

Her wiha di sala 2002yan de xizmên qurbanan di eleyhê Hollandayê de dest bi micadeleya hiqûqî kirin. Dadgeha li herêma Laheyê di eleyhê Hollandayê de biryar da û bi binasiya ku 3 kesên di vî komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane Hollandayê wek berpirsyar dît û hikim da ku tezmînat ji ximên qurbanan re were dayîn.

Di sala 2007an de Dayîkên Srebrenîtsayê di heman bergehê de li ser navên 6 hezar mexdûran di eleyhê Hollandayê de doz vekirin. Dadgeha Herêma Laheyê ji ber ku di dema îşqalê de 300 siwîlên Boşnakî teslîmê leşkerên Sirpê kirine wan qismen bersûc dît.

Her wiha darizandina Ratko Mladîcê ku wek aktorê qetlîamê tê zanîn li ICTYê de didome. Mladîc di sala 2011an de hatibû giritin û darizandina wî di sala 2012an de dest pê kiribû. Tê diyarkirin ku dê encamê vî dadgehê di meha mijdarê de were eşkerekirin. (ÎLKHA)


 

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş