Serokwezîr Bînalî Yildirim di Akademiya Siyasetê ya ku ji teref Serokatiya Bajêra Enqerê ya AK Partiyê ve hatibû tertîpkirin de axavtinek kir diyar kir ku ‘Ji bo ku em bi Sûriye û Misirê pev biçin gelek sedem nînin.”

Serokwezîr Bînalî, Yildirim di Akademiya Siyasetê ya ku ji teref Serokatiya Bajêra Enqerê ya AK Partiyê ve hatibû tertîpkirin de axavtinek kir û balan kişande li ser polîtîkaya derve ya ku ew ê bê şopandin û wiha axivî: “Gelek sedem nînin ku em bi Sûriye û Misirê pev biçin.”

“Dostaniyên me ew ê zêde bibin û ew ê neyartiyên me jî kêm bibin”

Yildirim di axavtina xwe de diyar kir di pêwendiyên bi Sûriye û Misirê re ew ê guhartininan çêbibin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hinek aqilên serdest ên ku em wan ji xwe re wek dostekî didît mixabin li derve ji bo Tirkiyê meşxul bikin ketine nava hisabên ku ne li xêra me ne.Em ê dostaniyên xwe zêde bikin û em ê neyartiyên xwe jî kêm bikin.Polîtîkaya me herî girîng a derve ev e.Em ê di hundir de jî dostaniyên xwe zêde bikin.”

 “Gelek sedem nînin ku em bi Sûriye û Misirê pev biçin”

Serokwezîr di dawiya axavtina xwe de balan kişande li ser pêwendiyên bi Sûriye û Misirê û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hûn pêwendiyên me yên bi Îsraîlê re dibînin.Bi sebrê hevdîtinên me domîn.Di encamê de lihevkirin derket. Gelek sedem nînin ku em bi Iraq, Sûriye û Misirê pev biçin.Ji bo pêwendî xera bibin gelek sedemê me nînin , lê belê ji bo ku baş bibin gelek sedem hene.”(ÎLKHA)

 

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş