Malbata YayaBoylu, piştî mîtînga vekirina girseyî ya ku li Amedê hat kirin re bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinek kir.

Wek ku tê zanîn roja şemîyê beşdarî mîtînga ya vekirina girseyî bûbû. Serokomar piştî vê mîtîngê re bi malbata Yahya Boylû re hevdîtinek pêk anî. Malbata Boylu navaroka vê hevdîtinê bi ÎLKHAyê re parve kir.

“Serokkomar got ku ez ê pê eleqedar bibim”

Şuheda Boylu ya ku dêya Yahya boylû ye wiha ragihand: Min ji serokomar re got ku mêrê me hêj du mehê bû têkete girtîgehê û niha bûye xwedî nevî. Li hemberî vê rewşê him serokomar  him jî xanima wî hestîyar bûn. Min nimara xwe CDya mêrê xwe ya belgesela girtîgehê daye. Seokomar hilgirt û têxidte berîka xwe. Û j imin re got ku, ‘ Ez ê bi vî karî eleqedar bibim.’ Em hêvîdar in.  Xwedê Teala derîkê xêrê ji temamê Yûsîfîyan re vebike.

“Min ji serokomar re got ku 27 rojan îşkence li bavê min hat kirin”  

Huseyn Boylu ya ku bercêwîyê Yahya Boylû jî di derbarê hevpeyvînê de wiha ragihand:  Min ji serokomar re got ku ;bavê min jî mîna we li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM)de hat darizandin û 36 sal ceza lê hat  dayîn û 27 roja îşkence li bavê hat kirin. Piştî ku min ev tişt jê re got tabloyekê ku  bavê min li girtîgehê de çêkiribû min  bi nêta hediye dîyarîyê wî kir. (ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş