Endamê Komîteya Îcrayê ya Cemîyeta Îrfan û Ilmê Îbrahîm Solmaz: “Di pey wan Mektebên Îmam Xatîbên ku di 28ê Sibatê hatin girtin de FETO heye.”

Xwepêşanên protestoyê yên ku li dijî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê dest pê kiribûn li Entabê berdewam dikin.Endamê Komîteya Îcrayê ya Cemîyeta Îrfan û Ilmê Îbrahîm Solmaz axavtinek kir.Solmaz di axavtina ku kir de destnîşan kir di pey wan Mektebên Îmam Xatîbên ku di 28ê Sibatê hatin girtin de FETO heye.

Solmaz di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Di 15ê Tîrmehê de heta şeveqê em gelek tiştên ku dê neyên jibîrkirin jiyan.Me rojeke ku FETOyê melun welatê me tevlî hev kir jiya.Em FETO ji 28ê Sibatê baş nasdikin.Me wê demê gotibû ku bi van nexapin, ev kes bênamûs û durû ne.Ger ku di 28 Sibatê de Mektebên Îmam Xatîban hatibin girtin di pey wan de ew hovê FETO heye.Ew derketibû televîzyonan û gotibû ‘Îmam Xatîb dikarin bên girtin.”(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş