https://ilkha.com/kurmanci/files/news/thumb/Yapicioglu: Kesên ku digotin ‘hûn tiştan mezin dikin’ niha dibêjin we kêm gotiye

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku beşdarê bernameya Rehber TVyê bû di derheqê rojevê de nirxandin kir.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku beşdarê bernameya Rehber TVyê ya ku Yunus Emîroglu birêve dibe bû. Yapicioglu di bernameyê de pirsên Lêkolîner û Nivîskar Kenan Çelîk û Midûrê Xeberan ê ÎLKHAyê Olcay Ersoy bersivand.

Yapicioglu di destpêka axavtina xwe de bi minasebeta salvegera Erdheja Marmarayê ya 17ê Tebaxê ji kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabûn re rehmet xwest û temenî kir ku carek din bûyerekî wiha neqewime.

Yapicioglu di derheqê tehliyekirina 38 hezar kesan de axivî û bal kişand ser rêjeya tijîbûna li girtîgehan. Her wiha Yapicioglu diyar kir kesên ku dizî, xesp kirine, ruşwet sitandine û wezîfa xwe bi şiklekî kirêt pêk anîne hatine tehliyekirin. Dûvre Yapicioglu di derbarê mijarê de wiha axivî: “Îro hakim û dozgerên ku wek endamên rêxistina terorê hatine girtin di derheqê gelek girtiyan de biryar dane û dê ev girtî ji vî tehliyeyê îstîfada nekin.”

Yapicioglu destnîşan ku ku ji teref hikûmetê ve di derheqê girtiyên ku ji ber doza Ergenekon û Balyozê de di serê sala 2014an de ji bo ku werin tehliyekirin xebat destpêkiriye û di encama vî yekê de jî dosyayên wan di serdozgeriyê de xirab bûne. Dûvre ev kes hatine beraetkirin.

Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di derbarê vî mijarê de testekî cidî hat ber hikûmetê û hikûmet di derbarê vî yekê de ji testê derbas nebû. Kesên ku di nav artêşê de derbe bikin hene lê hikûmetê rê û rêbazên xwe guhert. Hikûmet bes neheqiyên ku li wan hatine kirin dît. Mexdûriyetên wan ji holê rakir. Gelê ew hakim û dozger bes ceza dane wan leşkeran? Herkes dizane ji bo ku qad ji wan re bimîne wan li her derê neheqiyên ku qet nayê hişê mirov kirin. Wan gelek însanan mexdûr kirine. Mînak ji bo ku ew di raya giştî de bicî bibin wan zilamên xwe danîn şuna kesên ku dixebitin. Wan vî yekê berî bi şiklekî asayî kirine. Dema ku nekarîne vî yekê bikin dûvre serî li komployan dane û îftira avêtine situyê însanan. Belkû wan bi bêneheqiyê re îtham kirine ev jî têra wan nekiriye ji wan re gotin teror, wan binçav kirine, darizandine û wan avêtine hindir. Ji ber ku ew di bin sîwana cemaetê de derketin holê li Tirkiyê çiqas cemaetên Îslamî hene wan bi îtîbara wan lîstin.”

 “Kesên ku digotin ‘hûn tiştan mezin dikin’ niha dibêjin we kêm gotiye”

Yapicioglu bal kişad ku sedema belavbûna li raya giştî ya saziya paralel hikûmet e. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev 14 sal e ku hûn îktîdar in. Hûn bûn sebeb ku ew ev qas di raya giştî de belav bûn. Di derbarê vî mijarê de guneha herî mezin ya we ye. Me ji kesên ku AK Partiyê bûn re jî vî yekê digot. Me digot ku qumpasên cidî tên lidarxistin. Me digot delîlên ku tune amade dilkin û belesebeb însanan gigirin û bi binasiyên ku ew bi xwe amade dikin wan dixin hindir. Dadger û dozger biryarên sosret didin. Wî çaxê kesên ku digotin ‘hûn tiştan mezin dikin’ niha dibêjin we kêm gotiye.”

 “Sedema vî sîleya ku şebekeya fesad dixwe nifrînên însanên ku dûçarê zilma wan bûne ne”

Yapicioglu axavtina xwe wiha domand: “Dê hûn qanûnekî amade bikin. Ji bo vî yek ‘gelo berteka raya giştî çiye û însanên li Xerbê di derheqê vî yekê de çi difikire? Lê dê hûn vî mijarê ji hinek kesan nepirsin. Heke hûn herektên ku dibe sedema xezeba Xweda bikin û heke hûn mihesebeya kê dê hûn derkevin hizûra Xweda nekin û hûn nebêjin ‘gelo Xweda dê ji me re çi bibêje? Dê em çawa bersiva vî yekê bidin? û heke hûn bibêjin filan kes û bêvan kes dê ji me re çi bibêjin? Zulmên ku wan kirine heke hûn ji holê ranekin û heke kesên ku dûçarê zulma wan bûne dest bi nîfrîna ku ji wan re tê kirin ji we re jî bikin dê hûn jî dûçarê sîlekî wisa bibin ku hûn nezanin ev sîle ji kijan terefê hatiye.”

 “Ev gunehekî wisa mezin e dibe ku îktîdarê jî ji desthilatdariyê dûr bixe”

Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Çawa ku beriya 38 hezar kesan vekirin dîsa bi rêkûpêkkirina yek madeyê dibe ku bê gotin; Ewraqên îmzakirî yên polêsên ku ji ber vî rêxistina terorê ji peywîr dûr hatine xistin an jî hatine girtin êdî wek bişek in. Divê ku lijnekî vî yekê tehqîq bike û qet nebe rêya drizandina ji nû ve veke. Nexwe ev gunehekî wisa mezin e dibe ku îktîdarê jî ji desthilatdariyê dûr bixe.”

Pirsgirêka Sûrî

Yapicioglu diyar kir heke hevdîtina di nabeyna Tirkiye-Îran û Ûris de bibe wesîla çareserkirina pirsgirêka Sûrî dê ew kêfxweş bibin. Dûvre Yapicioglu wiha axavtina xwe domand: “Niha têkiliya komên ku li Sûrî bi hev re an jî bi rejîmê re şer dikin bi hevre hene. Vî yekê îlla wek neyînî fêm nekin. Ji van koman hinek pîyonên emperyalîstan dikin hinek jî ji vir an ji wir piştgirî distînin. Heke herkes koma ku daxîl e jibo rûniştina ser masê îqna bike dê ev mijar were çareserkirin.”

Peymana Tirkiye-Îsraîlê

Yapicioglu bal kişand qanûna ku di derheqê peymana Tirkiye-Îsraîlê ji TBMMê re hatiye pêşkêşkirin bes zillet e. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Gor vî peymanê di nabeyna 25 rojan de dê Îsraîl ji bo Tirkiyê 20 milyon dolar razîne. Piştî razandina vî perê di nabeyna her du aliyan de hatiye îmzakirin dê bi her wechê kesên ku li ser navê Îsraîlê herket dike û hemwelatiyên Îsraîlê di derbarê hiqûq an jî cezayê de muaf bike. Tirkiye çi digot; ‘dê ev dorpêçî were rakirin. Di derbarê dorpoçiyê de tu tiştekî tune. Ev peyman bes zillet e.” (ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş