Nişteciyên taxa 500 nifûsî ya girêdayê navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê diyar kirin kur ê, ava vexwarinê, qenalîzasyon û taziyexaneya taxa wan tune.

Nişteciyên Taxa Yusufbey a 500 nifûsî ya girêdayê navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê diyar kirin kur ê, ava vexwarinê, qenalîzasyon û taziyexaneya taxa wan tune. Ji ber vê yekê wan destnîşan kirin pêwîst e ku ji vê yekê re çareserî were kirin.

Rêya ku ji bo ji nû ve were sazkirin hêj jî xerakirî maye. Hat diyarkirin ku ji ber pirsgirêka avê nişteciyên taxê bûne 3 beş û 3 roj carekî ava gund diherike.

Nijteciyên taxê yên ku pirraniya wan bi karê heywandariyê re mijûl in geh geh nikarin av bidin heywanên xwe. Ev yek bi taybet havînan dibe sedema zêdebûna pêşûyan û nexweşî zêde dibe. Ji ber pirsgirêka avê carinan di nabeyna nişteciyên taxê de şer derdikeve.

Nişteciyên taxê diyar kirin tazîxaneya ku wan bi keda xwe dest pê kirine hêj jî înşeat e. Wan destnîşan kirin kesên ku di heyama hilbijartinê soz dabûn wan da ku dê ji wan re xizmet bikin bila werin pirsgirêkên wan çareser bikin.

 “Kemalettîn Yilmaztekîn di heyama hilbijartinê de diyar kir ku dê ew were karên me bike”

Mixtarê Taxa Yusufbey Abdullah Bozkurt wiha qala pirsgirêkên taxê kir: “Di gundê me de nêzî 60 xwendekar hene. Ji ber ku dibistan tune em mecbûr dimînin zarokên xwe dişînin dibistanên taxên hawîrdor. Li gundê me qenalîzasyon tune. Taziyexaneya me tune. Pirsgirêka me ya avê heye. Ji ber vê yekê ancax 3 roj carek dor tê yekî. Kemalettîn Yilmaztekîn di heyama hilbijartinê de hat ji me re got ‘dê ez her tiştên we çêbikim. Dê ez ji we re tziyexane û qenalîzasyon çêbikim.’ Lê hêj jî pirsgirêkên me wekê xwe ye.”

Ji nişteciyên taxê Omer Artikboga diyar kir ji ber ku binesazî tune ew carinan ji ber ava gemar lihev dixin. Dûvre Artikboga wiha pê de çû: “3 pirsgirêkên me hene. Yekî pirsgirêka avê. Ya duyemîn tazîxaneya ku 2 sal e wek înşeat maye. Ya sêyemîn jî ava ku ji çalan diherikin. Ji ber vê yekê gelek caran şer derdikeve. Ava ku diherike ya li ber mala hinekan diherike yan jî diherike nav zeviyan.”

“Şaredarî rêya me ya saxlem xera kir dûvre sererast nekir”

Murat Artikboga diyar kir ku rêya wan a 17 kîlometreyî ji teref şaredariyê ve bi soza ku dê ji nû ve were sazkirin hat xerakirin. Lê dûvre tu xebat nehat kirin. Ev yek jî wan pirr mexdûr kiriye. Ji ber vê yekê Artikboga diyar kir ku ew dixwazin bila ev pirsgirêkên wan werin çareserkirin.

Halîl Akbaba diyar kir rêya ku asfalta wê hatiye xerakirin zivistanê dibe herî û havînê jî dibe toz. Ji ber vê yekê Akbaba destnîşan kir bila ev mexdûriyet werin çareserkirin.

“DSÎ axê ku vedabû bi heman şiklê hêşt”

Emîr Akdemîr idîa kir ku DSÎ di qada ku xebat dikir de axa ku veda bi heman şiklê hêşt. Akdemîr dûvre ragihand ku noqteyên avdaniyê kêm in. Ev yek jî wan mexdûr dike.

Îbrahîm Goktaş jî destnîşan kir ku di dabaş taxê de pirsgirêka ava vexwarinê, qenalîzasyon û taziyexaneyê heye. Divê demildest ev pirsgirêk werin çareserkirin. (ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş