https://ilkha.com/kurmanci/files/news/thumb/'Sê Mehên’ rehmet û mexfîretê  dest pê kirin

Sê mehên ku di nav xwe de Şeva Leyletûl Qedra ku ji hezar û yek şevê bixêrtir e dihewînin dest pê kirin.

Sê mehên mibarek ên ku Pêxemberê Hz. Muhammed(s.x.l.) di derheqê wan de gotiye “Ya Rebbî!  Recep û Şabanê ji me re mibarek bike û me bigihijîne Remazê” dest pê kirin.

Meha Recebê, Regaîb û Mîracê, Meha Şabanê Beratê, Meha Remezanê jî  Şeva Leyletul Qedrê di nav xwe de dihewînin ku ev  şev û mehên mibarik ji bo qezenckirina riza Xwedê û ji bo tobekirinê firsedeke mezin e û divê Misliman ji xêra van şev û mehan mehrûm nemînin.

Hedîsên ku di derheqê sê mehan de ji Pêxemberê me hatine neqilkirin

- Ya Rebbî!  Recep û Şabanê ji me re mibarek bike û me bigihijîne Remazê.

- Ji bo wan kesên ku di mehên haram de rojên pênçşem, în û şemiyê rojiyê bigrin re  xêra îbadetên bi qasî du salan tê nivîsîn.

-Di mehên haram de rojek rojî girtin û rojek xwarin pir bi fezîlet e.

-Di meha Recebê de pir zêde îstîxfar bikin;lewra  di her wextên meha Recebê de evdên ku Xweda wan ji cehnemê azad kiriye hene. Her wiha di cennetê de qesrên wisa hene ku encax kesên ku di meha Recebê de rojî digrin dikarin têkevin wê derê.

Dîrokên şev û rojên mibarek ên sê mehan

Îsal sê meh di 29ê mehê Adarê di şeva ku şeva çarşemê bi şeva pênçşemê ve girê dide de dest pê bikin. Dîrokên wan şev û mehên mibarek ên din jî wiha ye: Qendîla Regaîbê: 30ê Adarê Roja Pênçşemê, Qendîla Mîraçê: 23ê Nîsanê, Qendîla Beratê: 10ê Gulanê Roja Çarşemê, Destpêka Meha Remezanê: 27ê Gulanê, Şeva Leyletul Qedrê: 21ê Hezîranê Roja Çarşemê, Arafe: 24ê ZHezîranê, Îda Remezanê: 25, 26, 27ê Hezîranê.(ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş