Ji teref Serokatiya Bajêra Şirnexê ya HUDA PARê ve di derheqê ji statuya wîlayetbûyînê derxistina Şirnexê de daxuyaniyek hat dayîn, di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ew ê ev yek bibe sedem ku xelkê bajêr trawmayan bijî.

Serokatiya Bajêra Şirnexê ya HUDA PARê di derheqê ji statuya bajêrabûnê derxistina Şirnexê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniya ku hat belavkirin de ew teşebûsên ku ji bo Şirnexê ji statuya bajêrbûnê bê derxistin tên kirin hat rexnekirin û hat diyarkirin Şirnexê ji statuya bajêrbûnê derxistin tê wateya cezakirina xelkê.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin piştî ku Şirnex di  sala 1990an de bû bajêr re ji hêla îqtîsadî ve pêşve çûye û dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Bajêra me Şirnex dema ku navçeyeke girêdayê Sêrtê bû ji ber pêdiviya cihê wê ya jeopolotîk  bi qanûna ku di 16ê Nîsana sala 1990an hat derxistin bû bajêra 73emîn a Tirkiyê ye. Şirnex ji hêla coxrafîk ve di nîvê temamê navçeyan de ye. Digel ku Şirnex bû bajêr bêhna xelkê heremê derket. Şirnex piştî ku bû bajêr re nifûsa wê zêde bûû pêvajoyeke xweş a pêşveçûnê dest pê kir.Temamê şertên jiyanê ya navenda Şirnexa ku nifûsa wê zêdetirî 70 hezarî ye li gor statuya bajêrbûnê hat tanzîmkirin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ji broja ku ev meseleya  Şirnexê hatiye rojevê ve xelk dilfikar bûye û dû re wiha hat gotin: “ Xelkê bajêr a ku ev 27 sal e  hînî jiyana bajêrbûnê bûye gelek baş dizane ka maneya navçêbûnê çi ye. Bûyîna navçê tê maneya ji hêla îqtîsadî û civakî ve mirina bajêr û sekinîna temamê pêşveçûn û vebêrhenan. Şirnexa ku ji sala 1990ên ku bûye bajêr vir ve ji ber bûyeran bi xwe ve nehatiye û xelkê  wê gelek trawma jiyan. Nexasim di van heyamên dawî de  ew siyaseta çalan a ku bi hevkariya PKK û FETO hat kirin  ji bo Şirnexê bû sedema netîceyên wehîm. Di 14ê Adara 2016an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û piştî 8 mehan ji ber qedexê Şirnex bû mîna kavilekê. Dîroka qedîm, mîmarî û çanda bajêr hat tinekirin  û şopên dîîroka kevin hatin xerakirin.

Şirnexê ji statuya bajêrbûnê derxistin tê wateya cezakirina xelkê

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin digel ‘Pêvejoya Çareseriyê’ herem teslîmî PKKê hatiye kirin  û ev yerk jî bûye sedema gelek netîceyên wehîm, digel ku di derheqê van kesên ku ji van tiştan re bûne sedem tiştek nehatibe kirin di ser de xelkê Şirnexê hatiye  cezakirin. Dû re wiah li daxuyaniyê hat zêdekirin: “ Ew siyaseta çalan û qedexeya derketina derve ya ku 8 mehan bi pevçûnê berdewan kir  bajêr xera bû û ji 3 behran 2 behrê bajêr weke xwe dimîne. Yanî  ji 3 behrên bajêr 2 behir bê mal û bê war in û mexdûr in. Ev xerakirin û mexdûriyet hêj di cihê xwe de ye û di ser de Şirnex ji statuya bajêrbûnê tê daxistin ku ev yek tê maneya cezakirina xelkê Şirnexê. Me cezakirinê heq nekir. Ew pêvajoya ku bajêr ber xerakirinê ve bir di holê de yeBi ‘Pêvajoya Çareseriyê’ heremê ji PKKê re teslîm kirin destpêka vê yekê ye.  Di nezdê dewletê de failên vî karî  bellû ne, lê hêj tişteke hiqûqî di derheqê wan de nehatiye kirin û di ser de jî xelkê Şirnexê tê cezakirin ku ev yek qet ne adilane ye.”

 “Usuleke standina heqên ku hatine dayîn ji hêla hiqûqê ve jî û ji hêla însanî ve  jî tuneye”

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin usuleke standina heqên ku hatine dayîn tuney e û wiha hat gotin: “ Ew sedem û sebebên ku di sala 1990an de bûn sedema bajêrbûna Şirnexê çi bin hêj di cihê xwe de ne û di van şertên jeopolîtîk de tu guherîn tunene. Usuleke standina heqên ku hatine dayîn ji hêla hiqûqê ve jî û ji hêla însanî ve  jî tuneye. Ji bo karibe birînên xelkê Şirnexê bên pêçan  û mexdûriyetên wan bên çareserkirin, her wiha ji bo Şirnex karibe di mana erênî de feyde bide welêt divê Şirnex wek bajêr bimîne. Li Şirnexê potansiyel heye.”(ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş