Sazîya Alîkarîyê ya Navneteweyî Avrupa Yetim Elî li navenda Semsûrê û li navçeya Kahtayê ji gelek zarokên êtîm re alîkarîya cil û bergan û goştê sor kir.

Temsîlkarê Dildar ê Avrupa Yetim Eli Muhammed Alî Aysu derbarê alîkarîyên ku hatin kirin de daxuyanî da.

Aysu di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir armanca wan ew e ku ji êtîmên li çar alîyê cîhanê re alîkarî bikin.Aysu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Avrupa Yetim Eliya ku li çar alîyê cîhanê ji kesên feqîr, jar û êtîm re alîkarî dike ji ber destpêka demsala zivistanê kampanyayeke bi navê ‘Bot û Montek’ dabû destpêkirin. Di vê bergehê de em ji zarokên êtîm re alîkarîya cil û bergan dikin. Ew ê ev xebatên me bênavber berdewam bikin. Her wisa xebatên me yên alîkarîya goştê sor jî dê berdewam bikin. Xweda xêra xêrxwazan qebûl bike.”(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bizi Takip Edin

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş