Bavên Cîhan Yeşîl û bavê Mehmet Dumanên ku di salên 90î de ji ber nasnameyên xwe îslamî xistibûn girtîgehê çûne rehma Xwedê.

Bavên ku lawên wan ji ber dozên Îslamî hatibûn girtin û wan avêtibûn girtîgehan yek bi yek bi hesreta lawên xwe ji vê dinyayê koç dikin.

Cîhan Yeşîl û Mehmet Duman jî ji wan kesên ku di salên 90î de ji ber nasnemeyên xwe Îslamî hatibûn girtin.Bavê her du Yûsifîyên ku ji ber nasnameyên xwe Îslamî hatibûn girtin çûne rehma Xweda.Mehmet Yeşîl(71) û Abdullah Duman(78) jî wekî bavê din bi hesreta lawên xwe çûn cîhana ebedî.

Her weke ku wê bê bîran Cîhan Yeşîlê ku di Girtîgeha Girtî ya Tîpa Fya Boluyê ye ji ber ku heqên xwe qanûnî teleb kiribû û ji ber ku di vî warî de israr kiribû ji teref nêzî 10 gardiyanî ve hatibû derbkirin û gardiyan bi qesta kuştinê lê xistibûn.Di encama vê bûyerê de tu ceza ji gardiyanên ku li Cîhanî dabûn nehat dayîn, lê ji Cîhan Yeşîlê ku hatibû derbkirin re sal û nîv ceza hatibû birîn.(ÎLKHA)

 

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş