Cesedê xortê ku roja duşemê ji bo girtina masîyan çûbû Çemê Êlihê û di çem de winda bûbû piştî 6 rojan hat dîtin.

Hat ragihandin cesedê xortê ku roja duşemê ji bo girtina masîyan çûbû Çemê Êlihê û di çem de winda bûbû piştî 6 rojan hat dîtin.

Yekşema borî Suleyman Çelîkê 19 salî derdora 15.00an de li Êlihê ji bo girtina masîyan çûbû Çemê Êlihê û di çem de xeniqî bû û winda bûbû.

Piştî ku 6 rojan ji ser xeniqîna Suleyman derbas bû re di encama xebatên ku hatin kirin de cesedê Suleyman Çelîk li nêzî gundê Kerikê hat dîtin.

Cesedê ji bo otopsîyê hat birin mirîxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş