Remzîye Akkoyan ku lawê hatiye revandin û li ber avahîya HDPê çalakîya rûniştinê li dar dixe dibêje, ji ber ku ew çalakîya rûniştinê li dar dixe gefa mirinê lê dixwin.

Çalakîya dayikên ku lawên wan ji teref PKK/HDPê ve hatine revandin li ber avahîya HDPê berdewam dike.

“Bêbextîyan li me dikin”

Dayika bi navê Remzîye Akkoyuna ku lawê wê hatiye revandin destnîşan dike ji ber ku ew çalakîyê li dar dixe gefa mirinê lê tê xwarin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ez ji bo lawê xwe hatime vê derê. Ne ji bo lawê min be çi karê min li vê derê heye? Bêbextîyan li me dikin. Îddîa dikin dewlet pereyan dide me û me dişîne vê derê. Bêbextîyan li me dikin û dibêjin ku ‘zarokên we di destê dewletê de ye û hûn bi derewîn vê çalakîyê li dar dixin. Em ê we û zarokên we bikujin.’ Bi kurtasî gefa mirinê li me dixwin. Ger em ji bo lawê xwe bên kuştin ji me re ne xem e.”(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş