Derheqê bûyera ku bi zarokan li ber posterê Ataturk dan secdekirin de lêpirsîn hat destpêkirin.

Berî niha ji teref

û di wê vîdeoyê de wesfên Xwedê ji bo Mustafa Kemal hatibûn bikaranîn û ev yek bûbû sedema bertekên tund ku îro vîdeoyeke din a sosret derket holê.

Kemalîstên ku zarokên xwendekar ên ku ji bo îbadeta ji Xwedê re diçûn camîyan ji xwe re dikir hedef vêcarê zarokan li ber Mustafa Kemal dan secdekirin.

Di dîmenên ku îro derketin holê de tê dîtin mamosteyên mektebekê zarokan li ber Mustafa Kemal dan secdekirin û di wê demê de şiirek bi xwendekarekê didin xwendin û tê de tê gotin ku “qudreta te ya bêdawî nakeve eqlan”

Derheqê vê meseleya ku derket holê de ji teref Wezareta Perwerdehîyê ya Neteweyî ve lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş