Li Diyarbekirê kesekî ku sempatîzanê HDPê bû heqaret li wan dayikên ku li ber avahîya HDPê çalakîyê li dar dixin kir ku ji ber vê yekê rageşî derket. Kesê ku heqaretan li malbatan kir hat binçavkirin.

Hat ragihandin li Diyarbekirê kesekî ku sempatîzanê HDPê bû heqaret li wan dayikên ku li ber avahîya HDPê çalakîyê li dar dixin kir ku ji ber vê yekê rageşî derket. Kesê ku heqaretan li malbatan kir hat binçavkirin.

Li gorî îddîayan kesê ku navê wî nehat hînbûn ji wan malbatên ku lawên wan hatine revandin li ser çiyê re got “hûn firotî ne.” Ji ber vê yekê malbatan jê re bertek nîşan dan û berê xwe dan wî da ku mudaxeleyî wî bikin.

Polêsên ku li cihê bûyerê bûn di heman wextî de mudaxeleyî bûyerê kirin û wî şexsê ku heqaret li malbatan kir binçav kirin.

Malbatên dil bi kûl ên ku heqaret li wan hat kirin diyar kirin ew bes lawên xwe dixwazin û tu armanceke wan a din jî tune ye.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş