Berrak K.yê ku li Beşîktaşê êrîşî mamosteya bi hîcab kir ji teref mehkemê ve hat tewqîfkirin.

 Hat ragihandin Berrak K.yê ku li Beşîktaşê êrîşî mamosteya bi hîcab kir ji teref mehkemê ve hat tewqîfkirin.

Berî vê çendakî li Beşîktaşa Stenbolê kesê êrîşkar ê bi navê Berrak K. Dema ku ji ba mamosteyeke bi hîcab derbas dibû ji nişka ve êrîşî kir û dû re ji cihê bûyerê revîya.

Di encama xebatên ku ji teref polêsan ve hatin kirin de kesê êrîşkar li Buyukçekmeceyê hat binçavkirin û hat derxistin mehkemê.

Êrîşkarê ku hat derxistin mehkemê hat tewqîfkirin.

Êrîşkar him êrîşê li dar xist û him jî di îfadeya xwe ya ku da de diyar kir “Ev şexs bi nefretê li min mêze dikir, min jî hema şeqamek lê da.”(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bizi Takip Edin

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş