Mela Muhammed Ozerê Sekreterê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê ji ber minasebeta Roja Qudsê ya Cîhanê daxuyanîyek belav kir.

Mela Muhammed di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de balan kişand li ser qudsîyeta Qudsê û destnîşan kir divê temamê Mislimanan li doza Qudsê xwedî derkevin.

Ozer di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Temamê dinyayê bi coronavîrusê re micadele dike, lê belê rejîma siyonîst planên nû yên îşxalê dike da ku îşxala li ser axên Filistînê berfirehtir bike.”

“Quds ji bo me ne parçeyeke ax e, Quds ji bo me meseleyeke îtîqadî û îmanî ye”

Mela Muhammed di berdewama daxuyanîy xwe de diyar kir “Divê di rojeva temamê Mislimanan de Quds hebe” û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Beytullah û harameyn çi be, çi qas bi qedr û qiymet be, Quds jî ew e û bi qasî wan ji bo me bi qedr û qiymet e. Divê temamê Mislimanan ji bo azadbûn û rizgarbûna Qudsê bifikirin. Quds ji bo me ne parçeyeke ax e, Quds ji bo me meseleyeke îtîqadî û îmanî ye.”(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bizi Takip Edin

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş