https://ilkha.com/kurmanci/files/news/thumb/Ji bo li kuçikê neqelibe qeza kir: Mirîyek 7 birîndar

Li Qosera Mêrdînê ajokarek ji bo li kuçikê ku derket rê neqelibe qeza kir, di encama qezayê de kesek jiyana xwe ji dest da û 3 jê giran tev de 7 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin li Qosera Mêrdînê li ser rêya Kanîyaxezalan ajokarê bi navê Taceddîn Yavuz ji bo li kuçikê ku ji nişka ve derket li ser rê neqelibe dîreksîyon şikand û qeza kir. Di encama qezayê de Berfîn Yavuza 10 salî jiyana xwe ji dest da û kesên bi navê Taceddîn, Aysel, Gulistan, Şevval, Cemal, Şêrînê û Cengiz Yavuz jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê, hat hûnbûn rewa 3 kesên birîndar giran e.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Welatîyê bi navê Munîr Şîmşek derbarê mijarê de diyar kir ji ber ku rê teng ge gelek zêde qeza pêk tên û dû re ji rewşê re wisa bertek nîşan da: “Bo ev rê bê firehkirin divê em çend canên din jî bidin?”(ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş