Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekir, di vê meha zivistanê de ji malbatên ku mixtacên tiştên şewatandinê re ne alîkarîya êzingan kir.

Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekir, di encama projeya ‘Zivistanê Bikin Bahar’ de li Dîyarbekirê ji malbatên ku pêdivîya wan ji êzingê  re heye bi alîkarîya xêrxazan ji bona ku wan malbatên mixtac kêfxweş bikin, ji wan re alîkarîya êzingan kir.

Şahîn Elelçîyê Serokê Karwana Hêvîyê yê Dîyarbekir derheqê alîkarîyê de daxuyanîyek da û di daxuyanîya xwe de weha got, “Em bi pirojeya Karwanê Hêvîyê ya ‘Zivistanê bikin bahar’, bi alîkarîyên xêrxazan ji malbatên xwe yên mixtac re alîkarîya êzinga kir û me êzingê wan malbatan teslîmê wan kir. Em ji wan xêrxazên xwe yên ku zivistanê ji mixtacan re dikin bahar teşekur dikin, Xwedê Teala him di dinyayê de him jî di axiretê de wan dilşad û bextiyar bike.” (ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bizi Takip Edin

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş