Kerwana Umûdê ya Mêrdînê raporta fealîyetên xwe ya sala 2018an bi raya giştî re parve kir.

Ji teref Kerwana Umûdê ya Mêrdînê ya ku navê xwe bi alîkarîyên dike li derdorê daye hesandin ve  di sala 2018an de ji hezar û 222 malbat û 384 kesên feqîr û jar re di buhaya 278 hezar û 246 TLyan de alîkarî hat kirin.

Raporta fealîyetên komelê bi daxuyanîya çapemenîyê bi raya giştî re hat parvekirin. Daxuyanîya çapemenîyê ji teref Temsîlkarê Kerwana Umûdê ya Mêrdînê Fatîh Akman ve hat dayîn.

Akman di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ji teref Kerwana Umûdê ya Mêrdînê ya ku navê xwe bi alîkarîyên dike li derdorê daye hesandin ve  di sala 2018an de ji hezar û 222 malbat û 384 kesên feqîr û jar re di buhaya 278 hezar û 246 TLyan de alîkarî hat kirin. Akman di berdewama daxuyanîya ku dam de destnîşan kir ew ê xebat û fealîyetên wan ên alîkarîyê berdewam bike ku ji bo vê berdewamkirina alîkarîyan ew li benda alîkarîya kesên xêrxwaz in.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş