https://ilkha.com/kurmanci/files/news/thumb/Kerwana Umudê ji xazîyên Xazzeyî re alîkarîya sandelîya bi teker kir

Kerwana Umudê li Filistînê ji wan xazîyên ku di xwepêşanên “Meşa Mezin a Vegerê” de birîndar bûn re alîkarîya sandelîya bi teker kir.

Derbarê mijarê de ji teref Navenda Giştî ya Kerwana Umudê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin “Di 17ê Cotmehê de ji bo wan birayên me yên ku di xwepêşanên ‘Meşa Mezin a Vegerê’ de birîndar bûbûn di Rehber TVyê de bernameyek hat lidarxistin û ji bo Mislimanên Filistînî yên ku xazî bûne alîkarî hat berhevkirin. Me van aîkarîyên neqdî yên ku hatin berhevkirin gihand wan xazîyên li Xazzê. Di vê bergehê de 25 sandelîyên bi teker û 50 heb jî kopal hat standin.Ev alîkarîya ku li Xazzê hat kirin me kêfxweş kir.Hinek birayên me yên ku di xwepêşanan de birîndar bûbûn û ji bo dermankirinê hatibûn Tirkîyê hêj dermankirina wan berdewam dike. Înşaallah em ê xebatan bidin dest pê kirin da ku ji 2 birayên me yên birîndar re pîyê protez bê standin.”

(ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş