Li Rihayê 2 kesên ku ji umrê vegerîyan ji ber şipheya corona vîrusê li nexweşxanê hatin xistin bin çavdêrîyê.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin 2 kesên ji Sêwereg û Girê Spî yên ku ji umrê vegerîyan ji ber şipheya corona vîrusê li nexweşxanê hatin xistin bin çavdêrîyê.

Heta niha li Rihayê ji ber şipheya corona vîrusê bi 15 kesan re test hat kirin û testên wan menfî derketine.

Derbarê mijarê de ji teref Midûrê Tenduristîyê yê Bajara Rihayê Emre Erkuş ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Erkuş di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “ Me yek bi yek wan kesên ku ji umrê hatin Rihayê gerîya û em diçin ziyareta wan. Di ziyaretên ku tên kirin de rewşa wan tê kontrolkirin û maske li wan tê belavkirin.”(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş