Di pevçûna ku li Koçerîya gundê Tuşbaya Wanê di navbera 2 malbata de derket de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.

Tê diyarkirin pevçûn di wextên şeveqê de ji ber husumeta ku berî niha di navbera malbatan de hebû pêk hatiye.

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Wanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; kesên birîndar piştî pevçûna ku pêk hat re hatin rakirin nexweşxanê û derbarê pevçûnê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş