Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û ragihand ku ji ber canjidestdana 27 penaberan a li Kanala Îngilîz (navbera Fransa û Brîtanyayê) gelek xemgîn bûye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez gelek xemgîn im ji ber canjidestana 27 penaberan şeva borî li Kanala Îngilîz, ku dibe hejmarek ji wan Kurd bin, em ji bo diyarkirina nasnameyên wan dixebitin. Em hevxemiya xwe jî ji bo malbatên wan tînin ziman.”

Mesrûr Barzanî herwiha destnîşan kir: “Ev bûyer metirsiya koçkirina neyasayî û wan qaçaxçiyan tîne bîra me ku xelkê ber bi mirinê ve dibin. Divê em hemû bi hev re rê li ber wan bigrin.”(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bizi Takip Edin

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş