Li Camîya Ayasofyayê ya ku piştî 86 salan heftîya borî roja înê hat vekirin nimêja ewil ya îdê hat edakirin.

Mislimanên kul i Stenbolê û li bajarên derdorê dijîyan ji bo nimêja îda qurbanê  bikin berê xwe dan Mizgefta Ayasofyayê.

Ji kesên ku hatin nimêjê re maske, av, seccade û dezenfektan hat belavkirin. Ji ber ku hundirê mizgeftê tije bû bi hezaran kes li hewş û derdora mizgeftê nimêja xwe eda kirin. Miftîyê Stenbolê Prof. Dr. Mehmet Emîn Maşali berîya nimêja îdê dia kir.

Piştî diaya ku hat kirin re Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş piştî 86 salan li Ayasofyayê nimêja ewil a îdê da kirin.Dû re xutbeya ku mijara wê Îda Qurbanê bû xwend.

Gelek rayedar, parlementer û walî beşdarî nimêja îdê bûn.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bizi Takip Edin

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş