https://ilkha.com/kurmanci/files/news/thumb/Rêberê Cemaeta Hîzbullah di 20emîn salvegera şehadeta xwe de tê bîranîn

Şehîd Huseyîn Velîogluyê Rêberê Cemaeta Hîzbullah di 20emîn salvegera şehadeta xwe de tê bîranîn.

Malbat û hevalên Rêberê Cemata Hîzbullah Huseyîn Velîogluyê ku berî ve 20 salan hatibû şehîdkirin derbarê jiyana wî de agahî dan û xatiratên wî anîn ziman.

Her weke ku tê zanîn Rêberê Cemaeta Hîzbullah Huseyîn Velîoglu di 17ê Çileya sala 2000an de li Beykoza Stenbolê di serdegirtina malê de ji teref polêsan ve hatibû şehîdkirin. Malbat û naskirîyên Rêberê Cemaeta Hîzbullah Huseyîn Velîoglu derbarê jiyana wî û xatiratên xwe yên bi wî re de ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê re axivîn û agahî dan.

Naskirîyên Rêberê Cemaeta Hîzbullah Şehîd Huseyîn Velîoglu destnîşan kirin tenê armanc û xayeke Şehîd Huseyîn Velîoglu hebû ku ew jî ji Î’layî Kelîmetullah û Îslamê xizmetkirin bû, ew ji bona ku însan berê xwe bidin Îslamê û Îslamê bijîn ji zarokayî xwe bigire di temamê jiyana xwe de mucadele daye.

Kesên ku Velîoglu nasdikirin derbarê wî de ragihandin ji sala 1979an ango ji damezrîna Cemaeta Hîzbûllah heta sala 2000an ku di vê tarîxê de hat şehîdkirin ji xeynî xizmet kirina Îslamê tu jiyana wî ya şexsî tunebû.Ew di 48 salên jiyana xwe de gelek tiştên girîng kir ku 22 salê xwe ji damezrandina cemaeteke Îslamî re feda kir.

“Ji bo izzeta Îslamê bê parastin û ji bo hukmên Qur’anê hakim bibe micadele kir”

Mela Enwer Kiliçarslan di daxuyanîya ku derbarê merhûm Velîoglu da da de destnîşan kir Huseyîn Velîoglu bi şev û roj ji bo dozê dixebitî û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Armanc û hedefa Huseyîn Velîoglu parastina izzeta Îslamê û hakimkirina hukmên Îslamê bû. Temamê micadeleya wî parastina vî xelkî ya ji kufrê bû.  Li ser van axan çi qas alim, şexs û nivîskarên Îslamî hebûn tevakan ziyaret dikir. Ew di vê rêyê de rûhê xwe teslîm kir. Ger hêj li ser van axan Îslam hebe  û qala Îslamê tê kirin di vê yekê de keda wî gelekî zêde ye.”

“Min û rehmetlî Huseyîn di berîya 1980an de li Yekîtîya Telebeyên Tirk a Millî de hevdû nas kir”

Ahmet Seyîdogluyê ku ji hevalên Huseyîn Velîoglu bû  hinek xatiratên xwe yên bi Huseyîn Velîoglu re wiha anî ziman: “Min û rehmetlî Huseyîn di berîya 1980an de li Yekîtîya Telebeyên Tirk a Millî de hevdû nas kir. Ez di TPAOyê de dixebitîm. Pişt re hilbijartinên sendîqayê hebûn ku ji vê re ji bona serokatîyê namzedek pêwîst bû. Wê demê Mislimanên ku di TPAOyê de dixebitîn bi hevdû şewirîn û qerar dan da ku ji bona serokatîya sendîqayê  Huseyîn Velîoglu nîşan bidin. Ji xwe ez girîngîya wê deme naxwazim bibêjim. Wê deme PKK bi gef xwarin û tehdîdan  komên çepgir belav kiribû û li dijî axayan nexasim li dijî karkeran zext  û zordarî hakim dikir. Di wê demê de namzedbûyîna Mislimanan a ji sendîqayê re gelekî bi zehmet bû. Hemû kes nikaribû xwe berde meydanê. Piştî ku min û  hevalên xwe li ser mijara namzedê serokatîyê bi hevdû şewirîn re li ser wî navî me li hev kir ku ew nav jî Huseyîn Velîoglu bû.”

 “Di sekna bi izzet a Mislimanan de keda wî gelekî mezin e”

Ahmet Seyîdoglu axavtina xwe derbarê şehîd de diyar kir şehîd gelekî zana û mutewazî bû û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Şehîd di nava MTTByê de bi nefsbiçûkbûn û bi zanabûna xwe tesbîtên muhîm dikirin  û derbarê pêşeroja Mislimanan de fikrên baş û balkêş dianî ziman ku tesîra ve yekê li ser hevalên me gelek zêde bû. Dema ku teklîfa namzedîya serokatîyê jê re hat kirin wî qet li tehdîdan guhdar nekir  û qebûl kir. Ez jî wê demê di lîsteya wî de bûm.Em ketin hilbijartinên TPOAyê. Wê demê li ser koma ku îxtîmal wê raya xwe bidin me zextan kirin û gef li wan xwarin. Lê hemd ji Xwedê re ku wê demê gelek hevalên me guh nedan tehdîdan. Ev yek bi ilm,cesaret û dîrayeta rehmetlî Velîoglu derket holê. Di sekna Mislimanên wê demê û di sekna bi izzet a Mislimanan a di salên 90an de jî ked û xeyrata wî gelekî zêde bû.Me wê demê vê yekê bi şikleke eşkere seh dikir.”

 “Bi fikrên xwe dibû wesîle ku însan rabin pîyan û hereket bikin”

Seyîdoglu, di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir Huseyîn Velîoglu bi fikrên xwe yên ku dianî ziman dibû wesîle ku însan tiştên nû bifikirin û hereket bikin dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Min bi xwe ji îbadet û taatên wî yên şexsî re bûme şahid. Însanekî gelekî muttaqî bû. Hema hema tu sunnetî terk nedikir. Di ser bernameyên pêşerojê yên Mislimanan de tesîreke muhîm dikir. Di zihnê herkesî de aso û ufqên nû vedikir û însanan dida hereketkirin. Di hilbijartinan de her çi qas tehdîd hebûn jî em têketin hilbijartinên sendîqayê.Lê belê wê demê hinek kesên ku ew ê hatibana ji bo ray avêtinê nehatin.Ya rastî tiştên wiha di her demê de diqewimin.Bi iznillah Misliman di pêşerojê de wê nekevin vî halî.”

 “Mislimanên li Kurdistanê deyndarê cesaret û xebata wî ya wê rojê ne”

Seyîdogluyê ku Velîoglu yad dikir di dawîya axavtina xwe de ji Mislimanan re tewsîyeyan kir û got ku pêwîst e Huseyîn Velîoglu neyê jibîrkirin û qedr û qiymeta wî jî were zanîn û axavtina xwe wiha domand: “Sekn û rawestîna Mislimanên wê demê qet nebaş bû. Hema hema ji sedî 90-95ê civakê serê xwe li ber zextên PKKê tewandibû.Huseyîn Velîoglu ji ber ku pirsgirêkên wê di vê mînvalê de derkeve pêşîya Mislimanan didît temamê Mislimanan digerîya û wan hişyar dikir. Xwedê Teala wî bi cenneta xwe bi mukafat bike. Ez cardin dibêjim di roja me de nexasim Mislimanên Kurdistanê deyndarê cesaret û xebatên wî ne.Ez bawer dikim bi wesîleya wî Misliman îro bi izzet in.Misliman divê qedr û qiymeta şexsîyetên mîna wî baş bizanibin.”

“Wî hewl dida alema Îslamê ji rewşa nebaş a tê de rizgar bibe”

Şêx Fatîhê ji hevalên dozê yê Huseyîn Velîoglu bû  destnîşan kir “Micadeleya wî, xebat wî, keda wî û her wextê wî ji bo doza Îslamê bû.”

Şêx Fatîh di berdewama axavtina xwe de diyar kir Şehîd gund bi gund, gundik bi gundik, bajêr bi bajêr û herêm bi herêm ji bo doza Îslamê digerîya û Îslamê teblîxî xelkê dikir. Şêx Fatîh dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Li herêmê alim, seyda û şêxek nema ku Rêber neçûbe ziyateta wan. Mutleqe ji hev îstîfade kirine. Şehîd Rêber xwedî besîret  bû. Di pêlên dawî de exlebe em li cem hev bûn. Di rojekê de encax 3 seatan dikaribû rakeve. Karê wî doza wî bû, berê însanan dayîna ji Xwedê re bû. Çawa ku dema gur dikeve nav kerîyê pêz şivan dikeve nav xirecirekê bi  heman awayî ew jî ji bo alema Îslamê ji halê nebaş xelas bike hewl dida. Carinan me jê dixwast ku ew bêhna xwe berde û raze. Lê ew caketê xwe ji xwe re dikire balgeh û 10 deqîqe bêhna xwe berdida û dîsa dest bi xebatê dikir.”

 “Wî ji xwe re Îslam û pêşeroja Mislimanan kiribû derd”

Mela Mistefeyê ji alimên heremê û hevalê Huseyîn Velîoglu ye bîranînên xwe yên bi Velîoglu re wiha anî ziman: “ Şehîd Rêber Huseyîn diçû ba hemî kesî, dixwaze bila musbet be dixwaze bila menfi be ferq nedikir, fikrên wan guhdar dikir û dinirxand. Ji Îslamê re çawa çêtir xizmet kare bê kirin, muzakereya vê dikir. Carekî di civîneke de bi sedan alimên heremê re hat ba hev. Wî ji xwe re Îslam û pêşeroja Mislimanan kiribû derd.Jê re ne zivistan ne jî berf hebû, gundan digerîya û aliman ziyaret dikir. Gelekî dîqetî îbadetên xwe dikir.Rojên duşemb û pêncembê rojî digirt.Wesfên dawetkerekî lê hebûn.”

 “Her çiqas derfet kêm bûn jî ew hewl dida da ku karên mezin bike”

Mela Mistefa, di berdewama axavtina xwe de diyar kir Huseyîn Velîoglu bi derfet û îmkanên kêm gelek tiştên mezin kiriye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Her tim îstîşareyan dikir, bi kesên derdora xwe re dişewirî.Ew û hevalên wî bi şev û rojan ji bona doza Îslamê xebitîn. Her çiqas derfet kêm bûn jî ew hewl didan da ku karên mezin bikin ku bi izna Xwedê ji vê yekê re muwefeq bûn.Velîoglu li hemberî fedakarîya hevalinan xwe gelekî tesîrdar dibû û wan hevalên xwe yên fedakar teqdîr dikir. Her tim digot ku da’wa mezin e û  kedeke zêdetir jê re hewce ye. Ji ber ku bi îxlas û girêdaye doza Îslamê bû di demeke kin de gihaşte gelek war û kesan.Fêkîyên xebatên xwe berhev dikir.”

 “Şehîd Rêber bi exlaq, ilm, cesaret, haya û comerdîya xwe însanekî kamil bû”

Mela Mistefa di berdawama axavtina xwe de diyar kir Velîoglu ji bona pêşveçûyîna xortan tiştê ku ji destê wî dihat dikir û wiha pêde çû: “Gelek caran bi xortan re dicivîya .Hewl dida da ku ew di warên siyer, fiqh, tefsîr û aqaîdê de pêş ve biçin. Şehîd Rêber bi exlaq, ilm, cesaret, haya û comerdîya xwe însanekî kamil bû.Di demeke kin de bi izna Xwedê gelek karên mezin kir.Ew teblîxwanek bû.Ji kesên feqîr û muxtac re jî alîkarî dikir. Dizanibû ya distê xwe de bi yekî re parve bike.”

 “Hedefa Şehîd Îttîhada Îslamê bû”

Mela Mistefa diyar kir Velîoglu ne tenê ji bona Cemaeta xwe bi heman awayî ji bona ummetê nirxek bû ku ji nav me çû û wiha pêde çû: “Heger kekê Huseyîn sax bana ew ê ji bona Yekîtîya ummetê bixebitîyana  û ew ê hewl dabana.Jixwe vê yekê ji xwe re xistibû armanc. Hedefa Şehîd, Îttîhada Îslamê bû. Ew baş dizabîbû ku armanc û xayeya temamên kafiran astengkirina pevgihana Mislimanan bû.Rêber her tim di vî warî de hişyarîyan dikir û ji bona pêşerojê diaxivî.Di pêvajoya mucadelê de gelek astengî derketin pêşîya wî , lê belê  hemd ji Xwedê re ku dikaribû li ber xwe bide. Îradeyeke wî sexlem hebû , bê tawîz û bê tirs bû.”

“Heger xebatên Îslamî tineba vê gavê li herêmê dibû ku we ciwanekî nimêj dike nedîta”

Ji birayên Şehîd Rêber Heyrettîn Velîoglû destnîşan kir ku her sal di 17ê Çile de qebra birê wî ji teref dildar û hezkirîyên wî ve tê zîyaretkirin û wiha got: “Îro bi minasebeta salvegera şehadeta Şehîd Rêber em hatin vir. Birayên min di 17ê Çileyê 2000an de li Stenbolê hat şehîdkirin. Malbata şehîd, xizmên wî û hevalên wî her sal li ser gora wî kom dibin. Her sal bi sedem salvegera şehadeta birayê min gora wî tê zîyaretkirin. Li vir Qurana Pîroz tê xwendin û dia tê kirin. Dema birayê min li heyatê bû her tim bi ciwanan re eleqedar dibû û têkiliya wî bi ciwanan re hebû. Şehîd her tim dixwast ciwan hişyar bin. Ji îxtîyaran dixwast piştgirîya ciwanan bikin. Şehîd diçû bal şêx û aliman û ji wan dixwast ku li derdora xwe doza Îslamê teblîx bikin. Ev daxwaz û bangewazîya xwe her tim dikir. Dema diçû civatekê her tim bi ciwanan re eleqedar bû û bi wan re têkiliyên wî hebû. Her tim bi ciwanan re bû. Ji zaroktîya Şehîd Rêber heta wefata wî xebatên wî tev ji bo doza Îslamê bû. Heger wê çaxê li van deveran xebatên îslamî tineba niha merivê nikarîba ciwanekî nimêj dike bidîta. Heger xebatên Îslamî tineba temamê ciwanan wê belav bûbana û li dû neyarên Îslamê biçûna. Niha tevan dê ji Emerîkayê re xizmet bikirana. Hemd ji Xweda re Şehîd Rêber heta şehadeta xwe ji bo doza Îslamê xebitî.”

 “Em jê mezintir bûn lê belê yê ku nesîhetan dikir ew bû”

Seyfettîn Velîogluyê ku kekê Huseyîn Velîoglu ye derbarê birayê xwe de  piştî 20 salan bi şikleke kelegirî van fikr û ramanên xwe wiha anî zimên: “Em 5 bira bûn û herî biçûkê me Huseyîn bû. Huseyîn hêj biçûkayîya xwe xwedîyê îmaneke bi hêz bû. Di 6 mehan de Qur’ana Kerîm xitim kir. Her çiqas em jê mezintir bûn jî ew li me nesîhet dikir. Gelekî mutedeyyîn û dîndar bû. Dibistana destpêkê û ya navîn li Êlihê, lîseyê jî li Mêrdînê xwend. Dûvre li Zanîngeha Enqereyê li Fakulteya Agahîyên Siyasal  Beşa Malîyê qezenç kir.Piştî ku zanîngehê qedand dest bi xebatên Îslamî kir.”

“Her tim mirinê dianî bîra me û ji me re digot hazirîya vê yekê bikin”

Seyfettîn Velîoglu di axaêvtina xwe ya derbarê birayê xwe de domand û destîşan kir ew ji bona Îslamê gelekî dixebitî û ji kesên derdora xwe her tim mirinê bi bîr dianî û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew mêr û egîd bû.Ew bi tena serê xwe bajêr bi bajêr, gund bi gund û gundik bi gundik digeriye û Îslamê ji xelkê re digot.Her tim digot ku ‘Ji bilî tiştê ku Xweda derheqê me de teqdîr kiriye tu tişt nayê serê me.’ Di xizmeta Îslamê de gelekî jêhatî bû. Heta ku ez bimirim ez wî ji bîr nakim. Huseyîn berî ku şehîd bikeve bi rojekê 4 gomlek ji min re şandibû. Dema mektebê de gelekî jêhatî bû û di her heyamê de teqdîr distand. Her tim bi însanên baş re hevaltî dikir. Qet bi însanên nebaş û neqenc re hevaltî nedikir. Ji me re gelekî bi merhemet bû. Her tim ji bona ku xuşkên wî xwe binuxumenin û hîcabê li xwe bikin nesîhetan li wan dikir.Her tim mirinê dianî bîra me û ji me re digot hazîrîya vê yekê bikin.Dema ku diaxivî her tim qala tiştên baş dikir. Exlaqekî wî gelekî baş hebû û bavê min jê hez dikir. Ji dînê Îslamê gelekî hez dikir û li gor hewaya nefsa xwe hereket nedikir.Di vê warê de nesîhetan li me dikir.”

 “Mela, ji dêya min re digot ew ê ewladekî te bi xêr çêbibe”

Xanima Salîha ya ku xweha Şehîd Huseyîn Velîoglu ye derbarê bîranîneke xwe  balkêş a derbarê şehîd de wiha axivî: “Dema ku dêya min li Huseyîn hemil mabû , melayek di girtîgeha Mêrdînê de hebû,  ji gundîyeke me re gotibû ku min wê xewna xwe de dîtiye û di serê wê de hîcabeke bi nûr hebû.Piştî vê xewnê mela ji gundîyê me re dibêje ew ê ewladekî wê bi xêr çêbibe.Gundîyê me vê gotina mela ji bavê min re dibêje.Bavê min jî gelekî dîndar û muttaqî bû û tu car nimêja wî lê nediçû. Huseyîn dema ku biçûk bû diçû ber heywanan.Dema ku li mizgeftê wextê xwendina Qur’anê dihat gazî min dikir  da ku ez li heywanan binêrim. Piştî xwendina Qur’anê cardin dihat ber heywanan.”

 “Ji bona teblîxa Îslamê dev ji meqamên dunyevî berda”

Xanima Salîha axavtina xwe ya derheqê kekê xwe de wiha domand: “Huseyîn tu car fûzulî nediaxivî.Dema ku li Batmanê mekteb dixwend her cara ku ji mektebê dihat kumikê xwe dida serê xwe. Hêj di biçûkayî xwe de jî kêfa wî ji tiştên ku şîarên Îslamê bûn re dihat. Dê û bavê min gelekî jê hez dikirin. Her tim nesîhetan li xwehên xwe dikir da ku hîcabê li xwe bikin. Nexasim bi xortên jîr re hevaltî dikir û bi wan re sohbet dikir. Bi tena serê xwe bajêr û gundan digerîya û bi alim û şêxan re Îslamê diaxivî.Armancake wî tenê hebû ku ew jî îslam û riza Xwedê  bû. Jîr bû, ji bona teblîxa Îslamî dev ji hinek meqameên dunyevî berda.Ji xeynî kesên ku dijminên Îslamê bûn ji her kesî hez dikir.”

Huseyîn Velîoglu kî ye?

Huseyîn Velîoglu  lawê Hecî Osman û Fatma bû ku li gor qeydên resmî di yekê çileya sala 1952an de li gundê Xiroya navçeya Gercewsa Êlihê ji dayîk bû.

Velîoglu endamê Êla Hebizbînîyan bû û lawê malbateke dîndar û mutedeyyîn bû.Velîoglu hêj biçûkayîya xwe ve bû xwedîyê exlaqeke Îslamî.Hê di 6-7 salîya xwe de li ba melayê gund dersa Qur’anê distand.Ji ber ku li gund mekteb tunebû nediçû mektebê.Heta ku li gund bû jî neçû mektebê.

Di 9 saliyê xwe de malbata wî koçî Êlihê kir. Şehîd Rêber; mekteba seretayî li Mekteba Seretayî ya Devrîmê xwend. (navê wê mektebê bi Mehmet Akîf Ersoy hatîye guhartin) û  li Mekteba Navîn a Sîte ya Êlihê qeyda xwe çêkir.(Ev mekteb dûvre bi navê Batman Petrolê hatîye guhartin.)Piştî xelaskirina mekteba navîn lîseyê li Mêrdînê xwend û dûvre li Zanîngeha Enqereyê li Fakulteya Agahîyên Siyasal  Beşa Malîyê qezenç kir.Piştî ku zanîngehê xelas kir re tu kar nekir û hat li Êlihê bi cî bû û dest bi xebatên Îslamî kir.

Huseyîn Velîoglu hêj dema ku xwendevan bû di 18ê gulana 1978an de zevicî û ev tarîx di qeydên fermî de heye. Ji 11 zarokan re bavîtî kir.

Velîoglu di sala 1979an de digel hevalên xwe li Êlihê Cemaeta Hîzbullah damezrand û bi mexfîtî dest bi xebatên xwe yên cemaetê kir.Di vê navberê de hêj mekteba wî xelas nebûbû ji ber vê yekê her tim di navbera Êlih û Enqereyê de diçû û dihat û her tim bi hevalên xwe re di têkilîyê de bû.

Velîoglu di sala 1999an de çû Stenbolê û li wê derê bi cî bû, piştî saleke ku li Stenbolê bi cî bû re ango di 17ê Çileya 2000an de li Sikaka Kavacika Çikmaza Semta Beykoza Stenbolê mala ku lê dima hat dorpêç kirin û bi seatan gule lê reşandin.Di encama vê reşandinê de Huseyîn Velîoglu hat şehîdkirin.

Kesên ku Rêberê Cemata Hîzbullah Huseyîn Velîoglu nas dikirin destnîşan kirin ku Velîoglu 22 salên dawî yên jiyana xwe ji damizrandina Cemaeteke Îslamî re veqetandîye û di vî warî de  xebitîye.

Huseyîn Velîogluyê ku di sala 1999an de çû Stenbolê û li wê derê bi cî bû piştî salekê di 17ê Çileya 2000î de li Beykoza Stenbolê di dorpêça ku li mala ku lê dima hat kirin de bi seatan bi çekên lûle dirêj berik bi ser de hat reşandin û şehîd bû.(ÎLKHA)

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş