Şêx Seîdê ku bi gotinên xwe yên "Ez natirsim ku li van sêdarên bêqiymet bêm daleqandin. Muheqqeq micadeleya min ji Xwedê û dînê wî ye." di 95emîn salvegera şehadeta xwe de tê yadkirin.

Şêx Seîd û 46 hevalên wî di 29ê Hezîrana sala 1925an de ji teref Mahkemeyên Îstîklalê yên Şerqê ve hatin îdamkirin. Ji ser şehîdbûna wan 95 sal derbas bûn.

Şêx Seîd û 46 hevalên wî ji ber ku li dijî zilma zîhnîyeta Îttîhat ve Terakkîya ku li hember nirx û muqaddesatên Mislimanan şer dabûn destpêkirin, rawestîyan hatin hedefgirtin û di 29ê Hezîrana sala 1925an de hatin şehîdkirin.

Piştî Şêx Seîd û hevalên wî hatin şehîdkirin re zilmeke bêhempa û şedîd li gelê Kurd ê Misliman hat kirin.

Digel surgun û qetlîamên komî li hember nirx û muqaddesatên Îslamî pêvajoya tasfîyê hat destpêkirin. Di vê heyama zilm û zordarîyê de bi hezaran însan hatin qetilkirin. Gelek alim û zanayên Kurdan hatin îdamkirin. Bi hezaran zarok, pîrek, ciwan û îxtîyar hatin qetilkirin.

Destpêka qiyamê

Qiyama Şêx Seîd di 13ê Sibata sala 1925an de li Pîrana Diyarbekirê dest pê kir. Şêx Seîd Efendî ji ber ku dewleta Osmanî hilweşîya bû û ji Îslamê zirar dihat dayîn li her dera ku diçûyê vê fikara xwe dianî zimên û temamê mal û milkê xwe di wê micadeleya ku di vê oxirê de dabû destpêkirin feda kir.

Piştî ku xalîfetî hat rakirin û têgihiştina "Dewleta Neteweyî ya Tirk" hat sazkirin û di netîceya van de sazîyên Îslamî hatin girtin, pergala perwerdehîya  Îslamî hat rakirin. Şêx Seîdê ku bawer dikir ev tiştên ku tên kirin zilm in û divê li dijî vê yekê bê sekinîn destnîşan kir, qiyam micadeleyeke tewhîdê ye.

Qiyama bi temametî ji bo Îslam û muqaddesatên wê bû

Micadele û qiyama Şehîd Şêx Seîd weke ku hinek derdor dibêjin ne qewî bû. Ew kesên ku vê yekê dibêjin bi van gotinên xwe hewl didin Şêx Seîdê ku ji bo Îslamê rabûye qiyamê millîyetperwer û neteweperest nîşan bidin û hewl didin têkilîya wî ya ji milletên Misliman  qut bikin. Qiyama Şêx Seîd û micadeleya wî bi meseleya Kurdistanê û gelê Kurd ê Misliman nikare bê sînordakirin. Lewra micadeleya wî micadeleya heq-batilê bû ku ev yek ji mêj ve di dîrokê de hebû.

Piştî ku cuhmurîyet hat îlankirin û sazîya Xîlafetê hat rakirin re gelek zêde êrîş li nirxên Îslamî hatin kirin û zilm û zordarîyeke mezin li gelên Misliman ên ku di bin sîwana Osmanî de dijîyan hat kirin ku yek ji wan neteweyên ku zilm û zordarî li wan hat kirin Kurd bûn.

Pergala Kemalîst/Laîk dema ku neteweperestîya qewmî ya Tirk vedigerand  pergala sîyasî  berê êrîşên xwe da Kurdan jî. Temamê van sedemên ku hatin jimartin bûn sedema avêtina bingeha qiyama Şêx Seîd.Şêx Seîd Efendî û pêşîvan û rêberên Kurdan hatin ba hev û geşedanên ku diqewimîn nirxandin û destnîşan kirin ger li dijî vê yekê neyê sekinînin ew ê webal û mesûlîyeta wê giran  û mezin be.

"Ne ez ji Hazretî Huseyîn ne jî malbata min ji ya wî bi qedr û qiymettir e"

Şêx Seîd di destpêka micadeleyê de ekser ji malbata xwe dûr bû û wextê xwe bi temametî ji bo parastin û muhafezekirin nirx û muqaddesatên Îslamî diveqant. Di vê pêvajoya micadelê de axavtinên ku di navbera wî û xanima wî de derbas dibûn ji bo neslên dê werin pend û nesîhat in. Şehîd Şêx Seîd di axavtineke xwe de ji xanima xwe re wisa dibêje:

Heger bes ez û ev kopala min bimînin ez ê dîsa li dijî wan kesan rabim li ser pîyan. Ne ez ji Hazretî Huseyîn ne jî malbata min ji ya wî bi qedr û qiymettir e.Ger ez li dijî wan kesan ranebim ew ê zebanî ji şaşika min bigirin û dê min bavêjin cehennemê, wê demê hûn ê karibin ji min re bibin alîkar? Ma ew ji min re nabêjin 'Ey Seîd! Xweda ew qas mal û milk da te. Te ji bo Xwedê çi kir?Ev kes mer û fermanên Xwedê binpê kirine.'Belê min dest bi cîhadê kir, ew ê ew kesên ku ditirsin nikaribin cîhadê bikin, bila kesên nexweş neyên. Ev rê ne rêya tirsonekan e.

Şêx Seîd parastina xwe dike

Di wan rojên qiyamê yên ku berdewam dikirin de Şêx Seîd û hevalên wî hatin girtin û hatin anîn Diyarbekirê.Di wê pêvajoyê de Şêx Seîd Efendî di wan Mahkemeyên Îstîklalê yên Şerqê yên ku zilm û qetlîamên ku li hember Mislimanan dihatin kirin meşrû nîşan didan, hat darizandin.Şêx Seîdê ku di pêvajoya "darizandin"ê de axivî di axavtina xwe de destnîşan kir, li gorî hiqûqa Îslamê rabûna qiyamê wacib e, lewra pergal  zilmê li xelkê dike, kufur li derdorê belav dibe û êrîş li Îslamê tê kirin ku ev yek ji bo destpêka qiyamê re sedem in.

Derketina wî ya sêdara îdamê

Şêx Seîd û 46 hevalên wî li meydana Sûra Diyarbekirê ku navê wî li meydanê hatiye dayîn û jê re tê gotin "Qada Şêx Seîd" hatin şehîdkirin. Li gorî şahid û çavkanîyan dema ku Şêx Seîd hat şehîdkirin qet netirsîya  û ji qiyama ku rabûyê qet poşman nebû.

Şêx Seîd: "Micadeleya min ji bo Xwedê û dînê wî ye"

Şêx Seîd Efendî dema ku bîskek ji şehîdkirina wî re mabû van gotinên ku bi herfên zêrîn di dîrokê de hatine qeydkirin got " Ez natirsim ku li van sêdarên bêqiymet bêm daleqandin. Muheqqeq micadeleya min ji Xwedê û dînê wî ye." Şêx Seîd Efendî bi van gotinên xwe doza xwe ji neslên ku dê werin re teblîx kir û heqîyê di rûyên zaliman de qêrand.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş