Serokê Bankaya Navendî ya Iraqê Mustafa Ghaleb ji bo ziyaretinan hat Hewlêrê û bi Mesrûr Barzanîyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re hevdîtin kir.

Di hevdîtina ku hat kirin de zêdekirina pêwendîyên di navbera her du alîyan de, verastkirina bankavanîyê, fealîyetên terorê û fealîyetên dereqanûnî hat gotûbêjkirin.

Serokê Bankaya Navendî ya Iraqê Mustafa Ghaleb di hevdîtina ku hat kirin de destnîşan kir, ew ê Ji şaxa xwe ya li Herêma Kurdistanê  fealîyetên xwe bidomînin û wek terefê fermî Herêma Kurdistanê muxatab bigirin.

 Mesrûr Barzanîyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî di hevdîtinê de destnîşan kir, em amade ne ku bi Bankaya  Navendî ya Iraqê re hevkarîyê bikin.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bizi Takip Edin

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş